Li Kerboranê teqîn: Zarokekî jiyana xwe ji dest da

MÊRDÎN - Li Taxa Bahçebaşi ya Kerboranê, zarokê bi navê Mûsa Acar ê 12 salî dema lîstik dilîst cismekî ji kîsik hat derxistin teqiya û dema wî rakirin nexweşaxneyê jiyana xwe ji dest da.

Li Taxa Bahçebaşi ya Kerborana Mêrdînê, zarokê bi navê Mûsa Acar ê 12 salî saet li dor 15.00'an de dilîst, cizmekî ku ji kîsikekî hat derxistin teqiya û di encama vê teqînê de bi giranî birîndar bû. Acar ê ku rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Piştî mudaxileya ewli a li Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê, Acar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê, lê li gel hemû mudaxileyan jî Acar jiyana xwe ji dest da.