Nehiştin li mala şînê, şîna xwe deynin

DÎLOK- Şaredariya Şahînbeyê malbata Endamê YPG'ê Harûn Sungur ji mala şînê derxistin. Xizmê Sungur Teyfîk Yalçin diyar kir ku, wan her tim ji bo şînê serlêdan pêk dianî, destpêkê mifte dane wan, lê piştî 2 saetan ew ji cihê şînê derxistine.

Endamê YPG'ê Harûn Sungur (Harûn Bagok) (22) di 25'ê kanunê de di operasyona "Xezeba Firatê" de li Gundê Cebîra yê Reqayê jiyana xwe ji dest da. Sungur xelkê Şirnexê ye û malbata wî li Dîlokê dijî. Piştî malbata Sungur ê di 1'ê çileya 2013'an tevlî YPG'ê bûbû, bihîst kurê kurê wan jiyana xwe ji dest daye xwestin şîna wî daynin. Lê cenaze bi xwe negihiştiye destê malbatê. Ji bo malbat şînê deyne serî li Mala Şînê ya navçeya Şahînbey a Dîlokê dan. Mala şînê destpêkê mîfte da malbatê, malbatê şîn danî, lê piştî 2 saetan xebatkarên Şaredariya Şahînbeyê ji malbatê xwestin ji mala şînê derkevin û heke ew dernekevin, ew ê serî li rêyên cuda bidin. Malbat jî ji neçarî bêyî şîna xwe li wir bidomînin, derketin û li cihekî din danîn.

'ME HER TIM ŞÎNÊN XWE LI WIR DATANÎ'

Xizmê Sungur, Teyfîk Yalçin diyar kir ku, dema miriyên wan çêdibin ew serî li cihê şînê didin û wiha got: "Dema me serî lêda mifte dan me û qala rapora mirinê nekirin. Piştî ku lêkolîn kirin kesê ku jiyana xwe ji destdayî kî ye, hatin û malbat derxistin. Ji me re gotin 'muduriyeta polsîan rapr xwestiye.'"