AMED - Der barê Hevşaredarê Şaredariya Peyasê Mehmet Alî Aydin ê piştî hat girtin û ji peywirê hat dûrxistin de, ji ber "Di nav KCD'ê de wek rêveber cih girtiye" û ji ber daxuyanî û meşên ku bi piranî di dema pêvajoya çareseriyê de beşdarî wan bûye, bi daxwaza 17 sal û nîvan cezayê girtîgehê doz lê hat vekirin.
Di çarçoevya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê tê meşandin de, der barê Hevaşredarê Şaredariya Peyasê Mehmet Alî Aydin ê di 7'ê kanûnê hat girtin û ji peywirê hat dûrxistin de, bi îdiaya "Endamê rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" bi daxwaza 17 sal û nîvan cezayê girtîgehê doz lê hat vekirin. Di îddianameya 24 rûpelî ya ji aliyê 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin de, dîrok, birêvebirin û stratejiya PKK û KCK'ê hat vegotin. Di îddianameyê de hat îdiakirin ku, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li ser fermana Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan hatiye avakirin, ji aliyê PKK û KCD'ê ve wek "Meclîsa Qanûndanînê" hatiye qebûlkirin û hat parastin ku li Tirkiyeyê mebesta KCD'ê ew e ku, herêmeke xweser ava bike.
Ji bo van îdiayan jî, wek delîl daxuyanî û gotûbêjên çapemeniyê yên rêveberên PKK û KCK'ê yên têkildarî KCD'ê hatin nîşandan. Di îddianameyê de, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya di 2010'an de arasteyî KCD'ê hatiye vekirin de, hat bibîrxistin ku bi biryara dadgehê ji sala 2011'an heta 2013'an bi awayekî fîzîkî û teknîkî avahiya KCD'ê hatiye şopandin.
Di îddianameyêd e hat diyarkrn ku, Aydin di navbera salên 2011-2013'an de li avahiya KCD'ê beşdarî 5 civînên cuda bûye û li ser beyanên şopandina teknîkî, şahid û gumanbaran hat derpêşkirin ku, Aydin di nav KCD'ê de wek rêveberekî aktîf xebitiye û li ser navê "rêxistina terorî" di gelek faaliyetan de cih girtiye.
Di îddianameyê de îfadeya Aydin wiha cih girtiye: "Ez KCD'ê wek platformeke sivîl dibînim. Ji ber di navbera salên 2008-2011'an de ez Serokê DBP'a Bajêr bûm, ez beşdarî civînan bûm. Ji ber KCD platformeke sivîl, nûnerên wê yî saziyên civaka sivîl û nûnerên wê yî partiyên siyasî hene, ez jî bi nasnameya xwe yî siyasî beşdarî hin civînên wê bûm. Her wiha di her civînên ez beşdarî wê bûm de, ez bi tu awayî rastî faaleyeteke îllegalî nehatime."
Wê di mehên pêş de doz li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê bike.