MÊRDÎN- Li Nisêbînê, rûxandina li taxên Zeynelabîdîn û Kişlayê dest pê kirin, li taxên Abdûlkadîrpaşa, Firat, DÎcle û Yenîşehîrê didome. Welatiyên ku malaên wan li van herêma ne jî, pirsgirêka wan î hêwirandinê didome.
Li Nisêbîna Mêrdînê, qedexeya derketina derve ya di 14'ê adara 2016'an de hat îlankirin, di 25'ê tîrmehê de bi awayekî qismî bi dawî bû. Li gel vê, hîn jî li 6 taxan qedexe didome. Di çarçoveya qedexeyê de, li taxan avahiyên ji ber guleyên tank û topan xesar dîtin û her wiha yê nedîtin jî, rûxandina wan didome. Li taxên Zeynelabîdîn û Kişlayê rûxandin temam bû, lê li taxên Dîcle, Firat, Abdûlkadîrpaşa, Yenîşehîrê bi mehaya rûxandin didome. Li taxaên Zeynelabîdîn û Kişlayê li gel karê rûxandinê temam bûye jî, têlên rêsayî hîn jî nehatine rakirin. Destûra çûyîna goristana li vê herêmê jî nayê dayîn. Welatiyên ku malên wan li van herêma ne jî, bi pirsgirkêa hêwirandinê re rû bi rû ne.
Li 4 taxên ku rûxandin li wan didome, bi hev re bi dehan wesayîtên karîd ixebitin û dengê van makîneyan li her derê bajêr tê bihîstin û li gel vê, welatiyên dadikevin arazî diekvin kuçeyên hatine vekirin û li van derana erseya mala xwe tespît dikin. Li kuçeyên ku zarok jî di nav de, gelek kes jiyana xwe ji dest dan, zarokên berê li van kuçeyan lîstik dilîstin niha xurde û buxuran berhev dikin.
MOLOZ BÛN SEDEMA MIRINAN
Li qada valakirina molozan a Sîteya Sanayiyê , di 18'ê cotmehê de dema xurde berhev dikirin cismek teqiya bû û di vê teqînê de Hamît Çevîk (23) û Kadrî Barak (14) jiyana xwe ji dest dabûn. Di 23'yê tebaxê de jî, li Taxa Zeynelabîdînê dema lîstik dilîstin, cismek teqeiya û di vê cismê de Fehîme Kûrûmaz (12) jiyana xwe ji dest dabû û xwişka wê Dîlan Kûrûmaz (13) jî ji lingê xwe yî çepê birîndar bûbû. Herî dawî di 6'ê tebaxê de li ser rêya Îpekyolûyê li texam eywana sporê li nav gumleta molozan teqînek pêk hat û di vê teqînê de Bayram Îlîk (44) jiyana xwe ji dest dabû û li heman cihî Gulamî Arar (36) û Mehmet Saît Çîçek (19) jî birîndar bûbûn.