Bi OHAL'ê re binpêkirina mafan qat bi qat zêde bû

WAN - Li Tirkiyeyê piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê û îlana OHAL'ê di serî de li bajarê Kurdistanê binpêkirina mafan qat bi qat zêde bû. Bi îlana OHAL'ê re zêdeyî 100 hezar kes hatin binçavkirin û jê 40 hezar kes hatin girtin. Di vê pêvajoyê de 374 komele hatin girtin û 276 saziyên çapemeniyê hatin girtin. Li girtîgehan binpêkirina mafan duqat zêde bû û kesên hatin binçavkirin heta 30 rojan di bin çavan de man û rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî hatin.

Li Tirkiye piştî di 15'ê Tîrmehê de hewldana darbeya leşkerî pêk hat, di 21'ê Tîrmehê de ji bo 3 mehan OHAL hat îlankirin. Hêj 3 meh temam nebûn OHAL 3 mehên din hat dirêjkirin. Bi îlana OHAL'ê re zext û zordariyên li ser mafên mirovan zêde bû. Binpêkirina mafên mirovan qat bi qat zêde bû. Hevserokên HDP'ê û parlamenterên HDP'ê jî di navde bi hezaran siyasetmedarên kurd hatin girtin. Bi sedan rojnameger, parêzer û akademîsyen hatin binçavkirin û girtin. Bi biryarên KHK'ê bi sedan radyo, tv, rojname û weşanên kovaran hatin girtin û mohrkirin. Bi biryarên KHK'ê 374 komele hatin kilitkirin. Hevs

ZÊDEYÎ 100 HEZAR KES HATIN BINÇAVKIRIN

Piştî hewldana darbeya leşkerî di çarçoveya operasona li dijî Cemaeta Gulen zêdeyî 90 hezar kes hatin binçavkirin. Di operasyona li dijî siyasetmedarên kurd de Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selehattîn Demîrtaş, Hevseroka DBP'ê Sabahat Tuncel û parlamenterên HDP'ê, rêveberên KCD, DBP û HDP’ê jî di navde 15 hezar kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin heta 30 rojan di bin çavan de man. Kesên hatin binçavkirin rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî hatin û rastî destdirêjiya zayendî hatin. Li gorî daneyên Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch - HRW), piştî hewldana darbkeyê kesên hatin binçavkirin rastî îşkenceyê hatin. Li gori rapora ÎHD û TİHV'ê ya 10'ê kanûna 2016'an 36 kes di lêpirsîna darbeyê de hatin girtin. Di operasyonên li dijî siyasetmedarên kurd de 5 hezar û 600 siyasetmedarên kurd hatin girtin. Di salekê de 32 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.

12 PARLAMENTERÊN HDP'Ê HATIN GIRTIN

Di operasyona li dijî siyasetmedarên kurd a piştî 4'ê Mijdarê de Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag jî di navde 12 parlamenterên kurd hatin girtin.

926 GIRTÎ NEXWEŞ IN

Li gorî daneyên ÎHD'ê hêjmara girtiyên nexweş zêde bûn û niha li girtîgehan 331 giran û bi giştî 926 girtî li girtîgehan nexweş in û di nava şertên xerab de tên girtin. ÎHD'ê da zanîn ku sala 2015'an 721 girtiyên nexweş hebûn û îsal 200 girtiyên nexweş zêde bûne.

168 JIN HATIN QETILKIRIN

Di serdema OHAL'ê de tundiya mêr ya li ser jinê jî zêde bû. Li gorî daneyên Platforma Jinan a Em dê kuştina Jinan Rawestînin ya Edeneyê û BİANET'ê tenê di 5 mehên dawî de 168 jin hatin qetilkirin.

177 saziyên medya muxalif hatin girtin.

Di serdema OHAL'ê de 5 jê Ajans, 16 televizyon, 24 radyo, 62 rojnaem, 19 kovar, 29 weşanxane bi giştî 177 saziyên medya hatin girtin û mohr li deriyê wan hat xistin. Bi girtina saziyên çapemeniyê nêzî 900 xebatkarên çapemeniyê betal man. Bi dehan caran înternet hat qutkirin û malperên civakî hatin astengkirin. Li gorî daneyên Rêxistina Rojnamegerên sînornenas (RSF) û Komîteya Parastina Rojnaemgeran (CPJ), di vê pêvajoyê de 113 rojnameger hatin girtin. Bi vê yekê hêjmara rojnamegerên girtî gihişt 142 rojnamegeran. Li gorî raporan, herî zêde li Tirkiye rojnameger girtîne.


DERIYÊ 374 KOMELEYAN HATIN GIRTIN

BI ilana OHAL'ê re bi biryarên KHK'ê bi giştî 374 kolele hatin girtin. Komeleyên hatin girtin piraniya wan li bajarên Kurdistanê û piranî komeleyên ku xizmeta civaka kurd dikirin hatin girtin.

KEDKAR BÛN HEDEF

Piştî OHAL hat îlankirin herî zêde kedkar bûn hedefa hikûmetê. Piştî 30'ê Cotmehê li gorî biryara KHK'ê ya 675'an, 10 hezar û 131 kedkarên cemaweriyê û 11 hezar û 285 mamosteyên Wezareta Perwerdehiyê ji peyvirê hatin girtin. Li zanîngehan jî 1267 mamoste ji peyvirê hatin girtin.

QEMÛM TAYÎNÎ VÎNA KURDAN KIRIN

Hikûmetê di vê pêvajoya OHAL'ê te qeyûm tayînî vîna kurdan kir. Piştî îlana OHAL'ê qeyûm tayînî 51 şaredariyên DBP'ê kir. Di serî de şaredariyên Bajarên Mezin ên Wan, Amed, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Colemêr û Bedlisê qeyûm tayîn kir û 69 hevşaredarên DBP'ê hatin girtin.