Nexweşên giran bi hinceta 'guman e birevin' hatin girtin

MÊRSÎN - Li Tarsûsê, ji 15 HDP'iyên hatin girtin Mûzaffer Guzeler (62) li gel di asta herî jorîn de nexweşê KOAH'ê, astim û tansiyonê ye, Faîk Altûn (65) jî li gel pûla dilî diguhezîne bi hinceta "guman e birevin" hatin girtin. Malbat û Şaxa ÎHD'a Tarsûsê gotin, girtina Guzeler û Altûn tê wateya terkkirina mirinê.

Li Tarsûsa Mêrsînê, di çarçoevya operasyona li dijî Partiya Dmeokratîk a Gelan (HDP) 15 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Mêrsînê. Di nav kesên hatin girtin de Faîk Altûnê 65 salî û Mûzaffer Guzelerê 62 salî ku her du jî enxweşên giran in jî cih digirin.

BI PÛLA DILÎ DIJÎ

Altûn ê şandin Girtîgeha Mêrsînê, dilê wî baş naxebite û ji ber vê 3 meh berê hat emeliyatkirin û pişt re pûla dilî li sênga wî hat bicihkirin. Altûn ê li Tarsûsê 3 serdeman hevserokatiya HDP'ê kir, ji ber di dema hevserokatiya xwe de beşdarî çalakiyên ji aliyê rêxistinên girseyî yên demokratîk bûye tê tawanbarkirin. Altûn ê hay wî ji biryara sînordarkirina ji bo wî hatiye dayîn tune bû, bi hinceta "Têkildarî sûcên pê tê tawanbarkirin, delîlên şênber hene, delîlên der barê wî de bi temamî hatine berhevkirin û gumana bireve heye" hat girtin. Hevjîna Altûn, Remziye Altûn got, ew nizane hevjînê wê ji ber çi hatiye girtin. Altûn diyar kir ku, sûcê ku hevjînê wê pê tê tawanbarkirin tu eleqeya wan bi rastiyê re tune ye û got, tekane sûvê hevjînê wê ji ber ku HDP'yî ye. Altûn diyar kir ku, hevjînê wê ji ber nexweşîna xwe nikaribû tevlî xebatên HDP'ê jî bibe û ji ber nexweşîna hevjînê xwe, xwest demildest bê berdan.

62 SALÎ YE, NEXWEŞEKÎ GIRAN E LÊ 'GUMANA REVA WÎ HEYE'

Dîsa Mûzaffer Guzeler (62) ê şandin heman girtîgehê jî, li gel di asta herî jorîn de nexweşê KOAH'ê, astim û tansiyonê ye hat girtin û ji ber nexweşîna xwe nikare li cihên qelebalix û bi toz bisekine. Der barê Guzelerê ku 10 dermanên cuda bi kar tîne de, hat zanîn ku li Tarsûsê çalakiyên derabedanînê yên di demên cuda de wek hincet hatiye nîşandan û dadgeh der abrê wî de jî birayara "guman e bireve" da. Kurê Guzeler, Îbrahîm Guzeler xwest bavê wî serbest bê berdan. Guzeler diyar kir ku, bavê wî bi salan di HDP'ê de hesêbgêrî kiriye û ev demeke dirêj e ji ber nexweşîna xwe nikaribûye bixebite. Guzeler got, bavê wî 62 salî ye, nepêkan e wan sûcên pê tê tawanbarkirin kiribe û anî ziman ku, lê belê mixabin bi "Endamtiya rêxistinê" hatiye tawanbarkirin. Guzeler diyar kir ku, tu şensekî bavaê wî tune ye ku di girtîgehê de bijî û dest nîşan kir ku, li girtîgehê ragirtina bavê wî, şerma Tirkiyeyê ye.

'TERKÎ MIRINÊ HATIN KIRIN'

Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Tarsûsê Parêzer Yilmaz Talay anî ziman ku, der barê 15 kesên li Tarsûsê hatine girtin tu delîlên şênber tune ne. Talay got, heke delîlên şênber hebin jî, divê dadgeh rewşa taybet û nexweşîna kesan li ber çavan bigire. Talay diyar kir ku, rewşa tenduristî ya Altûn û Guzeler ji bo girtîgehê ne guncan eû dest nîşan kir ku, biryara girtinê biryareke şaş e. Talay got, li girtîgehê ragirtina Guzeler û Altûn tê wateya terkkirina mirinê.

'KARNEYA TIRKIYEYÊ HILPIŞIYE'

Talay diyar kir ku, li girtitîgehan nêzî hezar girtiyên nexweş tên ragirtin û her diçe hejmara wan zêde dibe û xwest Tirkiye li gor peymanên navnetewî yên îmzekiriye tevbigere û girtiyên nexweş serbest bên berdan. Talay anî ziman ku, li girtîgehan di warê binpêkirina mafan a girtiyên nexweş de karneya Tirkiyeyê hilpişiye û bi bîr xist ku, Tirkiye berê jî gelek caran ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatiye mehkûmkirin.