23 sal in agahî ji hevjînê xwe wernagire

ÊLIH- Hazal Saçan ev 23 sal e ji hevjînê xwe, Resûl Saçan ê dema ji akr derket û careke din û careke din venegeriya malê, agahî wernagire. Saçan dema hevjînê wê windabû kurê wê yek salî bû û wê ji neçarî heta 8 saliyê ji kurê xwe re gotiye, "Bavê te li leşkeriyê ye" û bi vî awyaî wî xapandiye. Saçan a navê hevjînê xwe li neviyê xwe kir wiha got: "Heke hatibe kuştin jî, ez hetsiyên wî dixwazim."

Resûl Saçan (28), di 21'ê mijdara 1994'an de, li Êlihê dema berêvarkî ji dikana xwe yî qesabiyê ya li cem Sînemaya Mehtabê ye bi bisqilêta xwe berê xwe dide malê, ji aliyê kes an jî kesên bi çekdar ên derdikevin pêşiya wî tê revandin. Hevjîna Saçan, Hazal Saçan diyar kir ku, ev 21 sal e ew ji hevjînê xwe agahî wernagire û wiha got: "Dema hevjînê min hat windakirin, kurê min yek salî bû û min heta 8 saliyê her tim ji kurê xwe re digot, 'bavê te li leşkeriyê ye' û wisa wî dixapand. Lê niha kurê min mezin bû û ji bo hesabpirsînê li kiryarên bavê xwe dixwaze."

‘NE ME WÎ Û NE JÎ BISQILÊTA WÎ CAREKE DIN NEDÎT'

Saçan got, dema hevjînê wê tê malê ji aliyê kesên nenas ve tê revandin û wiha domand: "Hevjînê min qesab bû. Li gor gotinên şahidên bûyerê, dema ew ji akr bi bisqilêta xwe vedigere malê, li rê tê sekinandin û dawiyê tê revandin. Wê rojê em li her derî, li wî geriyan. Me got belkî wî birin nexweşxaneyê, 7 rojan li Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê em lê geriyan. Lê belê, careke din me ne wî û ne jî bisqilêta wî dît. Di serî de dewlet, her kes dizane hevjînê min winda ye. Heta niha me serî li gelek cihan da, lê belê me tu encam wernegirtin."

‘JI TU KESÎ BÎRDOZIYA XWE VENEDIŞART'

Saçan vegot, dikana hevjînê wê li cem Sînemaya Mehtabê bû û li wê herêmê jî hevgirên hîzbullahî zaf bûn û wiha axivî: "Hevjînê min her tim bîrdoziya xwe diyar dikir. Gef bixwaranan jî digot. Lê berî winda bibe bi 3 rojan pir xemgîn bû, moralê wî nebaş bû. Dema me dipirsî 'Resûl çî te heyeî çima tu wisa yî' digot, 'Deynê min heye, ji ber wê' û ji bo em li ber nekevin gef û êrîşên rastî wan dihat venedigot."

‘23 SAL E BI HÊVIYA EM Ê AGAHIYEKÊ WERGIRIN DISEKININ'

Saçan dest nîşan kir ku, hevjînê wê belaheq û belasebeb hatiye windakirin û wiha domand: "Me serî li gelek cihan da. Lê belê 23 sal e me agahî ji wî wernegirtin. Hîn jî em dibêjin belkî em agahiyekê jê wergirin em disekinin. Heke hevjînê min kuştibin jî, em hestiyên wî dixwazin."

‘MIN NAVÊ HEVJÎNÊ XWE LI NEVIYÊ XWE KIR'

Saçan ragihand ku, dema hevjînê wê hatiye windakirin kurê wê yek salî bûye û wiha axivî: "Resûl mirovekî xwedî qedr bû. Dema hat windakirin kurê min yek salî bû. Her tim wî meraq kir. Niha jî neviyek min çêbûye, lê hîn jî tu agahiyek ji hevjînê min nayê wergirtin. Min navê hevjînê xwe li neviyê xwe kir."

‘HETA 8 SALIYÊ MIN KURÊ XWE XAPAND'

Saçan wiha domand: "Em ê tu carî kesên ev anîn serê me efû nekin. Min 8 salan ji kurê xwe re got, 'bavê te li leşkeriyê ye.' Carekê dîsa ji min re got, 'dayê bavê min li kuderê ye?' Min jî got, 'li leşkeriyê ye.' Li ser vê kurê min giriya û got, '3 apê min çûn leşkeriyê û hatin. Çima bavê min nayê? Ez dizanim çi hatiye serê bavê min. Xwezî min zanibûya kî bavê min kuştiye û min hesab ji wan bipirsiyana.' Wê rojê min fêm kir ku, êdî kurê min mezin bûye. Kurê min hemû wêneyên bavê xwe yên li malê mezin kirine, li her odeyê daliqandiye. Her roj ji min re dibê 'Ji min re behsa bavê min bike.'"