Malên Buldanê yên dîrokî ji ber xemsariyê xira bûn

DENÎZLÎ - Li Denîzliyê, Malên Buldanê yên ku temenê wan di navbera 150-200 salan de ne û ji aliyê Lijneya Parastina Hebûnên Çandî û Xwezayî ya Hejmar 2 ya Îzmîrê ve wekî qada "sîtê" hatiye îlankirin ji ber xemsariyê xira bûn.

Li Denîzliyê, Malên Buldanê yên ji aliyê Lijneya Parastina Hebûnên Çandî û Xwezayî ya Hejmar 2 ya Îzmîrê ve wekî qada "sîtê" hatiye îlankirin ji ber ku tedbîrên pêwîst nehatine girtin, ji bo xwediyên malan pere nehatiye veqetandin û ji ber xemsariyê xira bûn.

TENÊ ÇEND MAL MANE

Malên Buldanê yên ku tê gotin temenê wan di navbera 150-200 salan de ne di tarzê çêkirinê de mîmariya sedsala 18'emîn û 19'emîn nîşan dide. Malên Buldanê yên ku demên borî dabûn muteahîtan û hatin xirakirin, li şûna wan malên bi beton û pirqatî hatin çêkirin niha tenê çend heb mane.

DIBIN ŞAHIDÊ DÎROKÊ

Yek ji taybetiya Malên Buldanê jî ew e ku bi kelpîç û textînê hatine çêkirin. Mal di warê dîtbarî de sade, pencere wekî çargoşeyan in. Ji ber taybetiya çêkirinê nahêle ku baran bikeve hundirê malan.

Ji ber ku ev mal wekî avahiyên hemdem di hundirê hev de nehatine çêkirin dîmenên hevdu nagirin kesên ku vê yekê dibînin sermest dibin. Ev mal ji ber ku diwarên binê qalind hatine çêkirin û diwarên jor jê sivik in ji bo erdhejê ewle ne.

'MALA MIN A JI BAVÊ MIN MAYE TUNE DIBE'

Welatiyê bi navê Îsmet Boyaci (75) diyar kir ku mala wî ya ku ji dayik bûye û mezin bûye bi tunebûnê re rû bi rû ye, malên wan di hundirê qada "sîtê" de ne ji ber vê yekê jî nikarin çêbikin. Boyaci wiha axivî: "Ji bo ku mala min bê restorekirin 10 sal in min serlêdan kiriye. Ji bo pereyê projeyê derkeve ez gelek mama. Ew derket lê niha jî ji bo çêkirinê li benda pereme."

'ALÎKARIYA MADÎ YA PÊWÎST NAYÊ KIRIN'

Boyaci yê ku ji ber alîkariya madî ya pêwîst nayê kirin bi gazinc e wiha berdewam kir: "Jixwe pereyê ku derdikeve nîvî muteahît digire. Nîvê din jî mal tam nayên çêkirin.Dibêjin pereyê mayî hûn temam bikin lê jixwe ewqas pereyê min hebe ez ê biçin avahiyekî nû bikirim." Boyaci got ku ji ber alîkariya pêwîst nayê kirin mala wî ber bi xirabûnê ye.

'DÎROKEK HAT TNEKIRIN'

Îbrahîm Başbug jî anî ziman ku ji bo parastina malên dîrokî derengmayîn çêbûye û wiha got: "Berê malên me hemû dîrokî bûn. Niha ji ber ku piraniya wan mirov nikare li hundirê wan de bijî û xira bûne. Yên din jî ji ber ku nayênn restorekirin ber bi tunebûnê ve diçin."

'DIVÊ DEWLET ASTENGIYÊ DERNEXE'

Başbug ê ku li Malên Buldanê mêze kir û bi gotina "Ji bo xwedê ma niha malbatek dikare bê li vir bimîne" nerazîbûna xwe anî ziman wiha axivî: "Ev mal di bin parastinê de ne, ger wisa kirin bila bên çêbikin. Divê dewlet tu astengiyê dernexîne û çêbikeb Heke neyên çêkirin ev roja zivistanê ma zarok dikarin li hundir bijîn. Yên ku hinak rewşa wan a aboriyê baş e van malan dihêlin û diçin avahiyên nû. Dewlet dibêje ez ê piştgiriyê bidim lê hêsan nake. Divê piştgiriya madî bê dayîn û ev mal bên çêkirin."