RIHA - Welatiyên Rihayê li dijî sir û sermaya zivistanê xwe bi çanda dîrokî kurkên ji post û liba berxan çêdibe diparêzin. Hostayê kurkan Mehmet Kuçuk ê 70 sale kurkan çêdike diyar kir ku kurk xwedî çandek kevar e û Rihayî dest ji vê çandê bernadin.
Li Rihayê ji ber demsala zivistanê pir sar e, li dijî sermayê çanda parastin û germkirinê jî pêş ketiye. Yek ji hunerên dîrokî a parastina li dijî sermayê kurk in. Mirovan ji hesar salan heta niha bi post û liba berxan xwe ji sermayê parastine. Kurk her çend wekî berê neyê bikar anîn jî dîsa di demsalên zivistanê de reng û ruyê xwe dide der. Hosteyên wan jî wekî berê ne zêde bin jî dîsa vê çandê diparêzin.
BERX ÇEND BIÇÛK BE POSTÊ WÊ HÎN BI NIRXTIRE
Kurk ji post û liba berxên heta 5 mehî tên çêkirin. Postên berxan ji sedê 10 ji Rihayê ji sedan 90 jî Tokat, Afyon û İsparta tên. Kurk ji sê curên postan çêdibin. Postên tenik yê berxên zikê maka xwe de dimirin, yên navîn ku ji berxên 1-2 mehî û postên stur jî ji berxên 4-5 mehî pêktên. Her ku temenê berxan mezin dibin kalîteya postan dikeve. Dîsa postên rengê wan spî, sor û reş hene. Postê reş kurkê herî bi nirx jê tên çêkirin.
ÇÊKIRINA KURKAN
Paqijkirin û amedekirina postan ji dirutina kurkan zehmetire. Piştî ku kurkê berxan jê tê vekirin, tên xwêkirin, hişkkirin û firotin. Piştî ku hostayên kurkan postan dikirin, rojekî di avê de dihêlin. Piştî nerm kirinê bi sabûna sor dişon, hildiawêsin û bi amêra jêre dibêjin kazax temîz dikin. Piştî paqijkirinê xwê û şebê li post dixin û rojekî dihêlin. Bi destan ji hev dikişînin û datînin ber tavê. Piştî ku ziha dibe bi kêran xwê û şeb jê vedikin. Dîsan tê şilkirin û bi kazaxê tê paqijkirin. Carek din tên danîna ber tavê û piştî ziha dibe tê cîlakirin. Piştî cîlakirinê post rêdikin kanên kevir yên li çiyayên Rihayê û bi axa spî paqij dikin û carek din tînin dikanê û dîsa bi kazaxê paqij dikin.
KURKEK JI POSTÊ 20-30 BERXAN ÇÊDIBE
Postên biçûk ên êdî ji bo çêkirinê amede bi hev ve tên dirutin. Kurkek ji postê 20-30 berxikan pêktê. Piştî ku post bi hev ve tên dirutin li paçekî spî dixin. Piştî astarê spî jî aliyê derve yê kurk jî bi qumaşek reş tê amedekirin û ser astar tê dirutin. Bejana kurk qasî 120-130 cm ye. Yaxe û dermilên kurk ji postê reş û hundirê wan jî ji postê spî tê çêkirin.
KURKEK QASÎ 20 SALÎ TÊ LIXWEKIRIN
Piştî ku dirutina kurk bi dawî dibe li suka Sîpahî ya Rihayê tê firotin. Nirxê kurkan li gor kalîteya wan diguhere. Nirxê wan di navbera 500-2000 TL tê guhertin. Eger kesê ku kurk dikire baş li kurk binere dikare 20 salan li xwe bike. Eger tiştek pê were jî dibe cem hostayan û tamîr dike.
Dema mirov diçe Rihayê li sûka Haşimê rastî çend kargerî û osteyên kurdan tê. Yek ji van hosteyên kurkan ê li Suka Haşimiyê ya Rihayê Mehmet Kuçuk ê 78 salî ye. Kuçuk hêj 8 sali bû dest bi çêkirina kurkarn kiriye û 70 salin kurkan çêdike. Kuçuk 8 zarokên xwe bi hunerê çêkirina kurkan mezin kirine. Çêkirina kurkan wekî berê neyên lixwekirin jî hosta Kuçuk ji bo vê çandê biparêze huner û karê xwe berdewam dike.
Beritan İralan-dihaber