REQA - Li axa Reqayê ku gav bi gav tê azadkirin jin kêfxweşiya xilasbûna ji çarşevan zilam jî ji xilasbûna rih dijîn. Jinên ku bi cilên rengîn govendê digerînin bi kêfxwişa xwe nîşeya "Dema ku tarîtî veguhere ronahiyê" li dîrokê dinivîsînin.
Merhaleya 2'yemîn a operasyona "Xezaba Firatê" ya ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve ji bo Reqa ji DAIŞ'ê bê rizgarkirin dan destpêkirin roja 19'emîn li pey xwe hişt. Baskê operasyonê ya ji gundê Kadiriyeyê derket rê gihîşt gundê Mehmudliyê, baskê duyemîn ê ji gundê Kerdoşanê derket jî hat ber keleha Caberê. Şervanên ku zêdetirî 80 kîlometre pêşketin zêdetirê 100 gund û bi dehan gundikên stratejîk ji DAIŞ'ê rizgar kirin. Di operasyona ku bi sedan DAIŞ'î hatin kuştin de bi dehan DAIŞ'î jî teslîm bûn. Li hemberî operasyonên ku hêzên koalîsyonê bi balafiran ve piştgiriyê didin QSD'ê, DAIŞ bi wesayîtên bombebarkirî û mayin ve hewl dide li ber xwe bide. Di operasyonê de heta niha 15 şervanên QSD'ê jiyana xwe ji dest da.
TARÎTÎ VEGUHERÎ RONAHIYÊ
Berdevkiya operasyona ku jin pêşengiyê dikin ji Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Cihan Şêx Ehmet fermandariyê dike. Ehmed a ku di heman demê de ji Reqayê ye û gelek şervanên jin şerê li dijî DAIŞ'ê wekî nasnameya jinê ji nû ve jiyanîkirinê pênase dikin. Qadên ku tên rizgarkirin zilam ewil rihên xwe yên ku mecbûr mane berdane diqusînin, jin jî çarşevên xwe davêjin, kêfxweşiya kişandina cigareyê bi zilaman re derdixin. Jin û zarokên ku azad bûn bi kurdî gotina "Baş e ku hûn hatin" û bi erebî jî gotina "şukran-spas" bi kar tînin û şervanên QSD'ê pêşwazî dikin. Jinên ku cilên rengîn li xwe kirin û bi şervanên QSD'ê re govend gerandin nîşeya "dema ku tarîtî veguhere ronahiyê" li dîrokê dinivîsînin.
ŞOPÊN DAIŞ'Ê TÊN PAQIJKIRIN
Şervanên ku zêdetirî qadekî hezar kîlometreyê risgar kirin li qadê paqijiyê jî dikin û ji bo jiyan ji nû ve bê avakirin eledar dibin. Li gundê Cirniyê ku jiyan ji nû ve zindî bûye welatî li dora zindana ku DAIŞ'ê ava kiribû kom bûne û avahiya tarî temaşe dikin. Gundî û hêzên asayîşê şopên ku DAIŞ'ê hiştine paqij dikin û 2 salên jiyana xwe tune dihesibînin. Li gund ewil pêdiviyên jiyanî ji aliyê şervanan ve hat bicihanîn lê niha bi alîkariya rêxistinên civakî yên sivîl ve texrîbatên DAIŞ'ê ji holê tên rakirin. Li gundê tu esnafan derabeyên xwe vekirin bijîşkê bi navê Îsmaîl Abdullah ezexaneya xwe vekir û wiha got: "Rizgarkirina ji zilma DAIŞ'ê di nava gel de bû sedema kêfxweşiyê. Em jî wekî kesên li vî gundî dijîn ji bo pirsgirêkên tenduristiyê nebin çi ji destê me tê dikin. Di heman demê de cihê li pişt mala xwe jî wekî navenda tenduristiyê bi kar tînim."
HESRETA WÊ KURDÎ YE
Hediye Yusif a 55 salî ya li heman gundî dijî jî kurdeke ji Qamişloyê ye. Piştî ku zewiciye li vir bi cih bûye, dema ku şervanên bi kurdî diaxivin dibîne wan hembêz dike û bi gotina "min bêriya kurmancî kiriye lawê min" hesreta xwe tîne ziman. Yusif a ku got demeke dirêj kurdî neaxiviye bi deqîqeyan şervanan re sohbet kir. Yusif da zanîn ku piştî ku DAIŞ'ê gundê wan dagir kiriye malbatên kurd ji gund koç kirine û wiha got: "Ewil nedizanîn em kurd in. Li gund ji bilî me çen malbatên kurd hebûn. Lê hemû tespît kirin û ew sirgun kirin. Zarokên min jî ji ber ewlehiyê mecbûr man ji vir biçin. 2 kurên min ji ber wan revîn û çûn. Bi salan in min ew nedîdît. Piştî ku ev der azad bû, min ji wan agahî girt. Bi telefonê axivîm."
'EM JI TARÎTIYÊ XILAS BÛN'
Gundekî din ê hatiye azadkirin jî Kerwan e. Şervanên ku bi wesayîtan çûn vir jî ji aliyê zarokan ve bi nîşaneyê serkeftinê hatin pêşwazîkirin. Welatiyên gund jî bi kêfxweşiyekî mezin şervan pêşwazî kirin. Welatiyan bi alên QSD'ê kêfxweşiya azadiyê jiyan kirin û piştî ku gundên wan hatin paqijkirin vedigerin gund. Gundî bi şervanan re govendê digerînin û ev yek jî careke din mafdariya operasyonê nîşan dide.
Fatîma Abdullah a ji Kemwanê ya ji tarîtiya DAIŞ'ê xilas bû wiha got: "Me berê çerşeva reş li xwe nedikir. Piştî ku DAIŞ hat bi zorê me li xwe kir. Yên ku li xwe nekirin dihatin cezakirin. Ji me zêr digirtin. Ên hevserê wan hatin davêtin girtîgehê. Yên ciwan in jî an bavê an jî birayên wan digirtin. Em bi tena serê xwe nediçûn ciheke. Xetereya revandinê hebû. Niha me careke din ew çarşevên reş derxist û ji wî tarîtiyê xilas bûn."
'WAN EM RIZGAR KIRIN'
Piştî gundê Kerwanê, li qiraxa çemê Firatê şivanê bi navê ve Usame El Musa yê ji gundê Huriyeyê jî wiha dibêje: "Gelek hêz hatin vê derê. Ya herî baş Hêzên Sûriyeya Demokratîk a gel diparêze ye. Wan em rizgar kirin. êdî em bi rehetî dikarin pezên ku berdin çereyê û wan biçêrînin. Em biçûk didîtin. Dema ku em didîtin qirika me digivaştin û gef li me dixwarin. Pezên me bi zorê dibirin. Gelek tehde li me dikirin."
Li gundekî din ê ji DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin jî El Mahmudiye ye. Wan jî nanên xwe bi şervanan re parve kirin. Şervanên ku birîndar bûn hatin dermankirin û birînên wan hatin pêçan. Welatiyên ku bi salan hev nedîtin, gihîştin hev. Li xizmên xwe geriyan û gotin êdî di ewlehiyê de ne. Li gund ji ber şerê dijwra gelek mal ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine xirakirin lê şervanan û gundiyan bi hevre jinûve çêkirin. Welatiyê bi navê Mustafa Ehmed diyar kir ku DAIŞ'ê di bin navê îslamê de ew bi kar anîne û zilm li ser gel meşandiye. Ehmed wiha axivî: "DAIŞ'ê di şer de sivîl bi kar anî. Nedihîştin em ji malê derkevin. Ew jî di bin darên zeytunan de bûn li vir xwe vedişartin. Di şer de em didan pêş. Ji vî zilmê, QSD'ê em rizgar kirin. Ji me re digotin parastina me dikin lê me dît ku berovajî ye. Tu eleqeya wan bi îslamê re nîne."
EWLEHIYA GEL PÊK HAT
Heta nêzî dawiya rê ya li gundê Dahwayê noqteyên asayîşê hatine danîn. Gelek welatiyên ku ji ber zilma DAIŞ'ê gund terikadine careke din vedigerin gund. DAIŞ'ê gelek caran bi wesayîtên bombebarkirî êrîşî gund kiriye û ji ber şer gelek mal hatine xirakirin. Ji asayîşê Mistefa Mihemed ê ku gotina "Em dikarin gelê xwe biparêzin" bi kar anî wiha got: "Em yek bi yek gundên xwe rizgar dikin. Ev di gel de bû sedema kêfxweşiyê. Berê me nedikarî li hemberî wan derkevin lê niha me ew ji axa xwe derxist. Em dikarin êdî gelê xwe biparêzin. Her cihê ku me xilas kir em dikin cihên ewle."
Nazim Daştan - dîhaber