Akademisyen ji ber pirsa ezmûnê hat dûrxistin

XERPÊT - Hîndekarê Zanîngeha Firatê Tumer Coşkun, ji ber di ezmûna fînalê de pirs ji xwendekaran pirsî bi hinceta li Serokomar Tayyip Erdogan û malbata wî heqaret kiriye ji kar hat dûrxistin.

Hîndekar û akademîsyenê Beşa Musabebe û Bajê yê Dibistana Bilind a Zanîngeha Firatê ya Elazigê Tumer Coşkun, bi hinceta di ezmûna fînalê de bi pirsa pirsîye heqaret li Serokomar Erdogan û malbata wî kiriye ji peyvirê hat avêtin. Rektoriya Zanîngehê têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku di 29.12.2016'an de hîndekarê zanîngehê Tumer Coşkun di azmûna fînalê ya dersa Temel Hukukê de pirsên ku heqaret li Serokomar Recep Tayip Erdogan û malbata wî kiriye azmûn betal kiriye. Rektoriyê da zanîn ku der barê wî şexsî de ji xala 53'an a hêjmara 2547'an lêpirsîn hatiye destpêkirin û ji peyvirê hatiye dûrxistin.

Hîndekar û akademîsyen Tumer Coşkun piştî der barê wî de lêpirsîn hat vekirin û ji zanîngehe hat dûrxistin di saetên êvarî de hat binçavkirin.

Pirsa ku Hîndekar Tumer Coşkun pirsî wiha bû: "Bavê destdirêj Recep vesiyetnameyek amade kir û bi hinceta kurê wî Bilalê destdirêj peyvira hiqûqa malê pêk neanîye ji hiqûqa malbatê hatiye îskatkirin. Diyar kiriye ku ji 1/4'ê mirateya xwe ji keça xwe Esra re û ji 1/4'ê mîrateya xwe jî, ji Vakfa Ensar re hiştiye. Bavê destdirêj Recep di dîroka 18.11.2016'an de hevsera wî Emine, keça wî Esra, kurê wî Bilal û Ahmet, birayê wî Kasim û Dundar, biraziyên wî Cenap û Canan, meta wî Dondu hêj dijîn. Ger ku bê ferzkirin terekeya murîsê wî 100.000 TL be; Ger ku ev vesiyetname nehatibûya amadekirin dê para mîrasvanan çiqas bûya?