STENBOL - Li Stenbolê HDP'iyên ku hatin binçavkirin ji 37 kesan 12 kes piştî 18 rojan sewqî dozgeriyê hatin kirin.
Li Stenbolê piştî êrîşa bombeyî ya Beşîktaşê di 12'ê kanûnê de li dijî HDP'iyan operasyon pêk hat û 37 kes hatin binçavkirin. Ji HDP'iyên hatin binçavkirin 12 kes piştî karên fermî yên li emniyetê sewqî dozgeriyê kiri. 12 kesên derxistin dozgeriyê li emniyetê mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anîn.
Hate hînbûn ku HDP'î bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxstinê kirine" hatine binçavkirin.
HDP'iyên ku sewqî dozgeriyê hatin kirin ev in: Hevserokê HDP'ê yê Uskudarê Bîlal Arguvan, Hevseroka HDP'ê ya Avcilarê Bîrgul Kizildag, Hevseroka HDP'ê ya Esenyurtê Arzu Muço, Hevseroka HDP'ê ya Beyoglu Munevver Ozer Kizilkaya, Hevseroka HDP'ê ya Kuçukçekmeceyê Fatma Adlig, Hevseroka HDP'ê ya Arnavutkoyê Hatîce Aslan, Hesabgirê HDP'ê yê Gungorenê Rauf Guzel, ji rêveberên HDP'ê Guven Pinar, Nejat Karadenîz, Fatim Duman, Mahşuk Karlidag, Emîn Seyhan.
Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Dogan Erbaş û Aysel Guzel jî di nav de 25 HDP'ê hê jî li emniyetê ne û nayê zanîn ku dê kengî dexînin dozgeriyê.