Bi daxwaza girtinê Rojnameger Şik dadgehê kirin

STENBOL - Dozger piştî îfadeya Rojnameger Ahmet Şik guhdar kir, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.

Rojnameger Ahmet Şik ku di 29'e Kanûnê de li Stenbolê hat binçavkirin, piştî li midûriyeta polisan lêpirsîna wî bi dawî bû ew derxistin edliyê. Dozger piştî îfadeya Şik guhdar kir, bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kir. Duh Şik ji ber parvekirina twittê û nivîsên wî yên berê hat binçavkirin. Rojnameger Ahmet Şik, di Adara 2011'an de, di çarçoveya lêpirsîna doza Ergenekonê de ji aliyê Dozger Zekeriya Oz ê ku ji doza FETO reviya dervê welat hatibû girtin û ligel Rojnameger Nedim Şener 375 rojan girtî mabû.