Parastina Demîrtaş hat xwestin

EDENE - Doza ku der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" hate vekirin li Edeneyê hat dîtin. Ji bo parastina Demîrtaş bê girtin doz hate taloqkirin.

Doza ku der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de di 2011'an de li Edeneyê di axaftina xwe de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" hate vekirin li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Edeneyê hat dîtin. Ji bo Demîrtaş biparêzin gelek parêzer tevlî dozê bûn.

Piştî tespîtkirina nasnemeyê hat xwestin Demîrtaş bi riya SEGBÎS'ê ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê parastina xwe bike. Piştî ku hate gotin Demîrtaş dê beşdarî dozê nebe, parêzer parastinê bike dozê berdewam kir.

Parêzer Vedat Ozkan diyar kir ku piştî bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin dê parastinê bikin. Heyeta dadgehê ji bo ku îdianame bigihînin Demîrtaş û parastina wî bê girtin doz taloqî 10'ê çileya 2017'an hat kirin.