Li Wanê qedexe mehekî din jî hat dirêjkirin

WAN - Li Wanê meş û xwepêşandan ji 31'ê kanûnê pêve mehekî din jî hat qexedekirin.

Walîtiya Wanê daxuyand ku ji 31'ê kanûna 2016'an pêve mehekî meş û xwepêşandan hatine qedexekirin. Li bajar di 21'ê mijdarê de 10 rojan, piştre jî mehekî daxuyanî, meş û xwepêşandan hatibûn qedexekirin. Bi dirêjkirina qedexeyê re li bajar qedexe 2 meh û 10 rojan dê derbas bike.