Rêxistinên rojnamegeriyê: Li Tirkiyeyê ne tenê rojnameger nûçe jî tên darizandin

STENBOL- Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeriyê diyar kirin ku azadiya çapemeniyê û îfadeyê ji rojên tarî re derbas dibin û wiha gotin: "Li Tirkiyeyê tenê rojnameger nayên darizandin. Nûçe jî tên darizandin." Rojnamegeran xwestin rojnamegerên di bin çavan de bên berdan.

Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), Basin-Îş a DÎSK'ê û Komeleya Rojmanegerên Hemdem (ÇGD) ji bo rojnameger Omer Çelîk, Metîn Yoksu, Derya Okatan, Tunca Ogreten, Mahîr Kanaat û Eray Saygin ên ku 6 roj in di bin çavan de ne daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) hat dayîn û Midûrê Nûçeyan ê ETHA'yê Onder Oner, Şefa Buroya Stenbolê ya DÎHA'yê ya bi KHK'ê ve hat girtin Zuhal Atlan, ji rojnameya Yolculuk Berkay Ustabaş û gelek rojnameger beşdarî daxuyaniyê bûn. Endama TGS'ê û Edîtora ETHA'yê Arzu Demîr diyar kir ku ew ji bo hevalên xwe yên di bin çavan de ne hatine cem hev. Demîr anî ziman ku ji ber ku mailên RedHackê yê der barê zavayê Serokomar Tayyîp Erdogan, Berat Albayrak kirine nûçe rojnameger di bin çavan de ne û wiha axivî: "Em ê wekî rojnamegerên Tirkiyeyê rastiyan binivîsînin. Li dijî îxtidara AKP/Qesrê û çapemeniya hewzê em ê serê xwe netewînin. Em ê li pey rastiyan biçin. Ji ber ku rojnamegerî ne sûc e."

'NÛÇE JÎ ÊDÎ TÊ DARIZANDIN

Serokê Giştî yê TGS'ê Gokhan Durmuş li hemberî binçavkirina rojnamegeran nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Li Tirkiyeyê çi heyf e ku di roj û mehên dawî de di warê azadiya çapemeniyê û îfadeyê de rojên tarî derbas dibin. Hema ku her roj rojnameger an tên binçavkirin an jî derdikevin dadgehê." Durmuş berdana Zana Kaya, Asli Erdogan û Necmiye Alpay ên di doza Ozgur Gundem a hate girtin de, dihatin darizandin bi bîr xist û got ku heman rojê rojnameger Ahmet Şik hate binçavkirin. Durmuş wiha berdewam kir: "Niha zêdetirî 100 rojnameger girtî ne. Li Tirkiyeyê bi tena serê xwe rojnameger nayên darizandin. Nûçe jî tên darizandin. Hemû hempîşeyên me yên nûçe çêdikin di bin xetereyê de ne. Em wekî TGS'ê heta dawî azadiya çapemeniyê diparêzin. Ji bo azadiya hevalên xwe yên girtî heta dawî em ê têbikoşin. Bi Ahmet Şik re 6 hevalên me yên ku di bin çavan de ne dixwazin bên berdan."

'SANSUR ANÎNA ZIMAN PEYWIRA ME YE'

Sekretera Giştî ya Basin-Îş a DÎSK'ê Ozge Yurttaş jî pêkûtiyên li ser çapemeniyê ku zêde bûne bi bîr xist û got ku îxtidar êrîşî çapemeniya ku rastiyan dinivîsîne dike. Yurttaş got ku derewên hin kesan nikare dengê rastiyan bibire û xwest hevalên wan bên berdan. Yurttaş wiha axivî: "Li her derê em bi tena serê xwe jî bimînin pêkanînên sansurê anîna ziman peywira me ye."

'NÛÇE ÇÊKIRIN SÛC NÎNE'

Nûnerê ÇGD'ê Ugur Guç jî bal kişand li ser gotinên Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş ên "Bila rojnameger hedê xwe bizanibin" û wiha got: "Ne pêwist e rojnameger hedê xwe bizanibin ew her tim gavên xwe baş davêjin." Guç rojnamegerên ku duh hatin berdan bi bîr xist û wiha berdewam kir: "Em li aliyekî ji bo van hevalên xwe kêfxweş dibin li aliyê din hevalên me yên din sedema hebûna me ya li vir e. Em careke din dixwazin bi bîr bixin ku rojnamegerî ne sûc e. Rojnamegerî ne sûc e. Nûçe çêkirn ne sûc e. Rastî nikare bê veşartin."

'EM LI PIŞT HEMPÎŞEYÊN XWE NE'

Midûrê Nûçeyan a ETHA'yê Onder Oner jî bi bîr xist ku Midûrê DÎHA'yê ya hatiye girtin Omer Çelîk bi îşkenceyê hatiye binçavkirin. Oner got ku ji ber qedexeya parêzer 6 roj in ji hevalên xwe nikarin agahî bigirin. Oner wiha axivî: "Em nizanin 6 roj in çi dibe, îşkence hatiye kirin an na em nizanin. Terzê binçavkirinê gumana me zêde dike." Oner li hemberî nûçeyên "Ekîba têgehê ya RedHackê" nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Ev nîşaneya ku rojnamegerî wekî sûc tê dîtin e. Hevalên me yên di bin çavan de li pey rastiyan diçûn. Em li pişt hevalên xwe ne."

'HÛN NIKARIN EŞQA ME YA RAGIHANDINA RASTIYAN BIKUJIN'

Şefa Buroya DÎHA'yê ya Stenbolê Zuhal Atlan jî got ku Omer Çelîk bi îşkenceyê hatiye binçavkirin û polîsan berê çekê dane dayika Çelîk û gotina "te çima kurê xwe kiriye rojnameger" bi kar anîne. Atlan wiha berdewam kir: "Bersiva vê ev e; Ji ber mafê ragihandinê em deyndarê raya giştî ne. Hûn ê nikaribin mafê ragihandina rastiyan nikarin bikujin. Ji ber vê em bûn rojnameger."

Atlan da zanîn ku Çelîk di 2011'an de jî di bin navê operasyona li dijî KCK'ê de hatiye girtin û salek û nîv di girtîgehê de maye, piştî ku ji girtîgehê derketiye jî rastî nîsandiye. Atlan wiha got:"Ez li ser navê wan li vir im. Ez dizanim ku kelepçe bi destê wan bê xistin jî dê nikaribin me bêdeng bikin."