AMED - Rêxistinên HDP û DBP ên Îzmîr û Amedê ji bo hevserok û endamên partiyê yên girtî re kartên sersalê şandin.
Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Amedê ji bo Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ye, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Kandirayê, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, parlamenter, hevşaredar û rêveberên partiyan re kartên sersalê şandin.
Endamên partiyê li postexaneya Ofîsê hatin cem hev û dema ku kart şandin polîsan avahî dorpêç kirin. Li vir Hevserokê DBP'ê yê Amedê Zekî Baran axaftinekî kurt kir û got ku pêşiya siyaseta demokratîk hatiye xetimandin û hevalên wan bi aweyekî nehiqûqî hatine girtin. Baran destnîşan kir ku daxwaza wan a serê salê azadiya hevalên wan e.
ÎZMÎR
Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê jî li ber postexaneya Konakê hatin cem hev û ji bo rêveber û endamên partiyê kart şandin. Li vir daxuyaniyekî kurt hat dayîn. Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê Mahfuz Guleryuz axivî û diyar kir ji bo rêveber, hevserok û endamên meclîsa partiyê yên hatine girtin kart dişînin.
Piştî daxuyaniyê kart hatin şandin.