Ji rojnamegerên binçavkirî peyam: Bêtir nûçeyan çêkin

STENBOL - 6 rojnamegerên ku di operasyona navenda wê Stenbol de hatin binçavkirin û 6 rojin di bin çavan de ne, derket holê ku dê heta 24'ê Çile di bin çavan de bin. Rojnamegerên piştî 5 roj şûnde derketin pêşberi parêzeran xwestin bêtir nûçeyan hembêz bikin û bêtir nûçeyan çêkin.

6 rojnamegerên ku di 25'ê Kanûnê de hatin binçavkirin û 6 rojin di bin çavan de ne, piştî roja 5'an bi parêzeran re hevdîtin pêk anîn. Derket holê ku 6 rojnamegerên li Şaxa Sucên Organîze yên Midûriyeta Polîsan a Stenbolê tên girtin dê heta 24'ê Cile di bin çavan de bên girtin. Parêzerên rojnamegeran ên der barê dosyaya wan de biryara veşartinê hatiye dayîn, hevdîtin kirin. Rojnamegeran bi riya parêzeran peyam şand.

‘BÊTIR NÛÇEYAN HEMBÊZ BIKIN'

Parêzerên rojnamegeran ku piştî 5 roj şûnde hevdîtin kirin, diyar kirin ku heta niha di bin çavan de tu karê fermî nekirine û moralên rojnamegeran pir bilind e. Parêzeran anîn ziman ku rojnamegeran silavên xwe ji hevalên xwe re şandine û xwestine bêtir nûçeyan hembêz bikin û bêtir nûçeyan çêkin. Parêzeran anîn ziman ku Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA) Derya Okatan ji roja hatiye binçavkirin heta niha di greva birçîbûnê de ye.

Di 25'ê kanûnê de Mirûdê Nûçeyan ê DÎHA ya hat girtin Omer Çelik li Amedê û Nûçegîhanê DİHA yê berê Metin Yoksu, Nûçegîhane Dikenê Tunca Ogreten, Berpirsiyarê Muhasebê yê Rojnameya BirGunê Mahir Kanaat, Midûra Karên Nivîsan a ETHA'yê Derya Okatan û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Yolculuk Eray Sargin jî li Stenbolê hatibûn binçavkirin.