Dê der barê jinên hatin derpkirin de îdîanmeyek din bê amadekirin

ÎZMÎR - Îdîanameya jinên ku li Îzmîrê qetilkirina jinên siyasetmedar şermezar kirin hat amadekirin, biryar hat dayîn ku îdîanameyek din bi dariyên “li ser navê rêxistinê sûc kirine” û “bi hêjmara 2911 a civîn û meşên muxalefetê qanûnê ne” li ser bê zêdekirin.

Li Îzmîrê 28 jinên ku qetilkirina jinên siyasetmedar şermezar kirin, jinan bi navê Gurhan Atan bertek nîşanî derpkirina jinan da bi derpkirinê hatibû binçavkirin. Piştî 22 jin û Atan hatin berdan, rûniştina dozê ya bi sûcdariya “propaganda rêxistinê kiriye” û “li dijî polîsan derketine” li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hat dîtin. 12 jinên ku bê girtî tên darizandin û parêzerên wan, nûnerên partiyên siyasî, civaka sivîl tevlî dozê bûn.

Piştî tespîta nasnameyan îfade hatin girtin û 6 jinan îfade dan. Kadriye Turan diyar kir ku roja bûyerê wê hevalên xwe li ser Kolana Şehîdên Kibrisê dîtiye, bihîstiye ku dê ji bo jinên siyasetmedar ên hatine qetilkirin daxuyaniyê bidin çapemeniyê û hêj daxuyanî destpê nekirîbû polîsan êrîşî wan kirin. Turan da zanîn dema wê bertek nîşanî derpkirina hevalên xwe daye hatiye binçavkirin û wiha got: “Ez ji aliyê kesên cilên sivîl li ber wam bûn ve hatim derp kirin. Tu tiştekî polîsan li ser wan tunebûn. Sûcdariyên ku dibêjin polîsek birîndar bûye tiştek wiha ne mimkûne berovajî wê polîsan em derpkirin.”

Gurhan Atan ku zilamek tenê ye di doza ku 22 jinan de tê darizandin da xuyakirin ew di barek a li Alsancakê de dixebite û wiha pêde çû: “Dema min bûyer bihîst û min dît jin tên derpkirin min berkte nîşan da. Ji ber wê ez jî hatim derpkirin û hatim binçavkirin. Ez sûcdariyan na pejirînim.” Dema îfadeya Atan dihat girtin, dozger gotinên Atan ên bertek nîşan danê wekî “di dema binçavkirinan de mudaxeleyî polîsan kiriye” derbasî tutanakê kir. Li ser vê di navbera dozger û parêzeran de nîqaş derket.

Gotinên dozgerê ku daxwaza parêzeran a hevdîtina SEGBÎS’ê red kir ê wekî “li vir dê çi bê nivîsin û neyê nivîsîn doz dê çawa were birêvebirin ez biryar didim” rastî bertekan hat. Heyeta dadgehê di biyara xw eya navberê de diyar kir ku ji parêzerên kesên ku îfade nedane wext didin û biryar da ku li ser îdîanameyê, îdîanameyek din a bi sucdariyên “li ser navê rêxistinê sûc kirine” û “bi hêjmara 2911 a civîn û meşên muxalefetê qanûnê ne” bê zêdekirin û doz taloqî 22’ê Sibata 2017’an kir.

ÇI QEWIMÎBÛ?

28 jinên endamên Koordînasyon Jinên Îzmîrê ji bo 3 jinên siyasetmedar ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin bibîr bînin û ji bo jinên kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Uyar ên li Silopiyê ji aliyê hêzên dewletê va hatin qetilkirin şermezar bikin li Kolana Alsancak di 9’ê Çileya 2016’an de xwestin daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. 28 jin ligel zilamê bi navê Gurhan Atan ji aliyê polîsan ve hatin derpkirin û hatin binçavkirin. Piştî 22 jin û Atan hatin berdan, di çarçoveya lêpirsîna 11 mehan de bi îdîaya “propagandaya rêxistinê kirine” û “li hember polîsan li ber xwe dane” îdîaname hat amadekirin. Her wiha di îdîanameyê de 7 jin bi sucdariyên polîs derpkirine tên darizandin. Di dîmenan de derket holê ku polîsan jinan bi awayekî xirap derp dikin.