NAVENDA NÛÇEYAN- Di operasyonên binçavkirinê ya li dijî siyasetmedarên kurd de Hevşaredara Findikê ya navçeya Basa ya Şirnexê Safiye Dundar jî di nav de li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin. Li Hatay û Mêrsînê jî 5 kes hatin girtin.
ŞIRNEX
Li bajaroka Findik a navçeya Basa ya Şirnex leşkerên ku serê sibê bi ser malan de girtîn Hevşaredar Safiye Dundar, Hevserokê HDP'ê Huseyîn Şen, endamên meclîsa şaredariyê Ahmet îmre û Halîs Gorgun xistin bin çavan. Piştî binçavkirinan leşkeran li Şaredariya Findikê lêgerîn pêk anîn.
Sedema binçavkirinan nehat zanîn û hate hînbûn ku kesên hatine li Fermandariya Cendermeyan a Basa tên ragirtin.
Leşkerên Fermandariya Alaya Bejûh serê sibê bi ser Komeleya Roboskî-Derê de girtin û lêgerîn pêk anîn. Leşkeran di lêgerînê de dest danîn ser kompîtira komeleyê û gelek pirtûkên di pirtûkxaneya komeleyê de.
BURSA
Li Bursayê polîsan bi ser avahiyên rêxistina navçeya Yildirim, rêxistina Yenîşehîr û nûnertiya taxa Cumalî Kizik ên HDP'ê de girtin. Di serdegirtinan de stiker ên wekî "Em ê bi ser kevin", "dest nede îradeya min" "wekîlê min îradeya min e" ên HDP û DBP'ê wekî sûc hatin dîtin. Hate gotin ku ji ber biryara 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê der barê stikeran de daye hatine komkirin û hemû belgeyên HDP'ê bêyî hincet hatin desteserkirin.
Di dema lêgerînan de Hevserokê HDP'ê yê Yenîşehîrê Rahmî Dagyar hate binçavkirin.
EDENE
Li navçeya Seyhanê ya Edeneyê polîsan bi şev bi ser malekî li taxa Barbarosê de girtin. Di serdegirtinê de 3 kesên ku hate îdiakirin bombeya deng avêtine hatin binçavkirin. 3 kesên hatin binçavkirin birin Emniyeta Edeneyê. Polîsan îdia kirin ku van kesan esnaf tehdît kirine dema lêgerîna malê de di nava petşuşeyan de û yek jî di nava bîdona rûn a 5 kîloyî de 5 bombeyên bi destan hatine çêkirin hatine bidestxistin.
ÎZMÎR
Li navçeya Menemenê ya Îzmîrê serê sibehê polîsan bi ser malên li taxa Asarlikê de girtin. Di serdegirtinan de li malan lêgerîn hat kirin, mal hatin serobinokirin. Ciwanê bi navê Mehmet Aycan hate binçavkirin. Sedema binçavkirina Aycan ê nehat hînbûn birin Emniyeta Îzmîrê.
MÊRSÎN
Li navçeya Toroslar a Mêrsînê di opersayonê de Şîar Firat ê hate îdiakirin amadekariya çalakiyê dike û 5 kesên alîkariya wî kirine hatibûn binçavkirin. 6 kesên derxistin dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê 2 kes bi şerta kontrola edlî serbest berda û Firat bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" û 3 kes jî bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kirine" girt û şand girtîgehê.
HATAY
Li navçeya Dortyolê ya Hatayê di serdegirtinên malan de ji 16 kesên hatibûn binçavkirin Nazim Işik derxistin dozgeriyê. Işik bi îdiaya ku "propagandaya rêxistinê kiriye" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê der barê Işik de biryara girtinê da û şand girtîgehê.