Daxwaza nûkirina dosyaya Elçî

AMED- Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen di çalakiya ku her hefte ji bo dîtina kiryarên Tahîr Elçî yê hate kuştin bê dîtin tê lidarxistin de wiha got: "Di 2017'an de em dixwazin dosyaya Tahîr Elçî ji serî ve bê nûkirin."

Baroya Amedê ji bo ku kiryarên Tahîr Elçî yê li navçeya Sûrê hat kuştin bê dîtin çalakiya xwe ya heftane li ber Edliyeya Amedê li dar xist, daxuyanî da. Parêzerên Komeleya Mafên Mirovan jî beşdarî çalakiyê bûn. Li vir Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen axivî û diyar kir ku ji bo ew nedîtina kujerên Elçî şermezar bikin dîsa bihevre ne.

'DIVÊ RAYEDAR SOZÊN XWE BI CIH BÎNIN'

Ozmen bi bîr xist ku li ser qetilkirina Tahîr Elçî 13 meh derbas bûye û wiha axivî: "Ji bo ku kujer bên dîtin û lêpirsînekî edlî ya baş bêkirin pêk nayê em her hefte giliyên xwe ji raya giştî re ragihand. Em di dawiya 2016'an de ne û kujerên ku Tahîr Elçî qetil kirin nehatin dîtin. Navendên tarî yên li pişt nehatin ronîkirin. di 2017'an de em dixwazin ku dosyaya lêpirsînê ya Tahîr Elçî ji nûve di çarçoveya îtirazên me de bêdestgirtin û lêpirsîn ji nûve bûnûkirin. Em dixwazin rayedar sozên ku dane malbata Elçî û me bi cih bînin."

Piştî daxuyaniyê parêzeran 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anîn.