Cenazeyê kesê çûbû nêçîrê hat dîtin

COLEMÊRG - Li navçeya Geverê welatiyê bi navê Abdurrahman Kutluk ê li gundê Saritaşê çû nêçîrê û piştre agahî jê nehat girtin mirî hat dîtin.

Li gundê Saritaş ê navçeya Gevera Colemêrgê welatiyê bi navê Abdurrahman Kutluk duh danê êvarê li çoltara gund çû nêçîrê û demek dirêj jê agahî nehat wergirtin. Xizmên Kutluk ên derketin lêgerînê gihiştin cenazeyê wî. Ji bo karên otopsiyê cenazeyê Kutluk şandin Wanê. Hat zanîn ku Kutluk zewicî bû û bavê zarokekî bû.