Qedexeya li Geverê ji bo sersalê hat guhertin

COLEMÊRG - Li Geverê qedexeya derketina derve a di navbera saetên 23.00 û 06.00’an de berdewam dike, tenê bi boneya sersalê, ji bo 1’ê çileyê, maweya qedexeyê di navbera saet 02.00 û 06.00’an de hat guhertin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê der barê qedexeya derketina derve ya berdewam dike de, waltiyê daxuyanî da. Li gorî daxuyaniya waltiyê qedexeya di navbera saetên 23.00 û 06.00’an de berdewam dikir, wê tenê bi boneya sersalê, di 1’ê çileya 2017’an de, di navbera saetên 02.00 û 06.00’an têbar be.