Qeyûmê nû tayînî Dêrikê kirin

MÊRDÎN - Alikarê Waliyê Mêrdînê Alî Îkram Tûna weke qeyûmê nû tayînî Şaredariya Dêrikê hat kirin.

Piştî ku li navçeya Dêrîk a Mêrdînê qeyûm Mûhammed Fatîh Safiturk di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest da qayûmê nû tayînî şaredariyê hat kirin. Alikarê Waliyê Mêrdînê Alî Îkram Tûna wekî qeyûm tayînî Şaredariya Dêrikê hat kirin. Her wiha hat hînbûn ku Tûna dê peywira qeymeqamtiyê jî bike.