STENBOL- Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê ya hat girtin Zana Kaya yê di serdegirtina rojnameyê de hat girtin û nêzî 5 meha li Girtîgeha Sîlîvriyê hat ragirtin û paşê tehliye bû wiha got: "Ji bo em rastiyê ragihînin civakê, deynekî me heye. Ji bo dayîna vî deynî jî, em ê îcrakirina karê xwe bidomînin."
Di 16'ê tebaxa 2016'an de polîsan bi ser Rojnameya Ozgur Gundemê de girtibû. Di vê serdegirtinê de Gerînendeyê Weşana Giştî yê rojnameyê Zana Kaya ji aliyê polîsan ve bi derbkirinê hatibû binçavkirin û paşê bi îdiaya "Endamê rêxistinê" hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Sîlîvriyeyê. Duh, tevî endamên Şêwirmendiya Weşanê ya rojanmeyê Nivîskar Asli Erdogan û Zimannas Necmiye Alpay, piştî 4 meh û nîvan ji girtîgehê hat tehliyekirin. Li ber girtîgehê hevalên kar ên Kaya ew pêşwazî kirin. Gotinên ewil ên Kaya "Em ê ji cihê mayî berdewam bikin" bûn.
Piştî hat tehliyekirin û gihaşt azadiya xwe, Kaya pêvajoya binçavkirin, girtin û 4 neh û nîvên li girtîgehê ji dîhaberê re vegot.
Kaya roja serdegirtina Rojnameya Ozgur Gundemê bi bîr xist û wiha behsa wê rojê kir: "Piştî rojnameya me hay ji biryara girtinê çêbû, bi kêliyekê polîsan bi ser rojnameya me de girt. Polîsên hatin qata edîtoryayê, me û hevalên me derb kirin. Hema bêje bi awayekî lîncî em hatin binçavkirin. Min û Înan Kizilkaya dan aliyekî. Me li wesayîtên cuda siwar kirin, ji paş ve destê me kelepçe kirin û 6-7 saetan bi awayekî peryodîk em îşkence kirin."
'EM 15 RJAN DI BIN TECRÎDÊ DE MAN'
Kaya anî ziman ku, wê demê polîsan tim rojnameger Apê Mûsa û rojnamegerên din ên hatin qetilkirin bi bîr dixistin û wiha got: "Polîsan, rojnamegerên di salên 90'î de hatin qetilkirin bi bîr dixistin û digtin, 'wê dawiya we jî wek a wan be.' Paşê em birin qereqolê. Di 5 rojên binçavkirinê de, îşkenceya fîzîkî çênebû lê îşkenceya derûnî didomiya. Paşê em derxistin dadgehê, faaliyetên me yî rojnamegeriyê wek sûc hatin hesibandin û bi îdiaya 'Endamê rêxistinê' em hatin girtin. Pêşî em birin Girtîgeha Metrîsê, ji wir jî em birin Girtîgeha Jimare 9'an a Sîlîvriyeyê." Kaya got, dema ew ewil hatin girtin, ew nebirine cem hevalên wan î ji heman dozê hatine girtin, hatine tecrdîkirin û anî ziman ku, ew li qawîşeke 2 kesî hatin ragirtin û paşê kesekî mensûbî "Rêxistina Fettûllah Gulenî" anî cem wan. Kaya diyar kir ku, li ser îtirazê wan, ew kes ji cem wan derxistine û paşê ew birine qawîşa hevalên wan î ji heman dozê tên darizandin û wiha got: "Bi qasî 15 rojan me nikaribû bi tu kesî re peywendiyê deyne, em di bin tecrîdê de bûn."
'ŞERT Û MERCÊN DÎLGIRTINÊ TÊBAR BÛN'
Kaya balê kişand binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Sîlîvriyeyê û wiha axivî: "Li girtîgehê hemû mafên bingehîn hatine xespkirin. Heke gotin di cih de be, ne ragirtinî, şert û mercên dîlgirtinê têbar in. Girtîgeha Sîlîvriyeyê, ne girtîgeh e, bêtir wek kampa temerkûzê (civanê) ye. Bi taybetî jî ya Jimare 9'an. Hemû mafên di Qanûna Bingehîn de cih digirin, hatine hilawistin. Mafê sohbetê, wergirtina pirtûkan, şandina nameyan, pêwendiyê bi awayekî kêfî hatine astengkirin."
'JI BO GIRTINA KIZILKAYA TU DELÎLEK TUNE YE'
Kaya dest nîşan kir ku, duh rûniştina wan î yekemîn hat dîtin û dadgeh bi awayekî skandalî dest pê kir û wiha diyar kir: "Li girtîgehê, her çiqas beriya rojekê me daxwazname da jî, me nebirin doza pê tên darizandin. Sibehê me ew dîsa hişyar kirin, lê bi zanebûnî em nebirin." Kaya got, li dadgehê ew 3 kes hatine berdan, lê belê Gerînendeyê Weşana Giştî yê rojnameyê Kizilkaya nehatiye berdan û li dijî vê rewşê wiha bertek nîşan da: "Yên îddianame xwendine dizanin. Sûcên atfî me kirine, hemû dişibin hev. Hemû jî faaliyetên rojnamegeriyê ne. A rast, rojnamegerî bi xwe wek sûc tê dîtin. Li gel heman sûc bûn jî, tehliyekirina me her sêyan bi ya min ev tê wateya dê li dijî çapemeniya azad, rojnamegeriyê çewisandin û pêkûtî bidomin. An jê, ji bo girtina Înan Kizilkaya tu delîlek tune ye û ev eşkere ye. Tu bingeheke huqûqî û exlaqî ya ragirtina wî ya li girtîgehê tune ye. Em dixwazin bê berdan. Her wiha em dixwazin bi sedan rojnamegerên girtî hemû bên berdan."
'TIRKIYE BÛYE GIRTÎGEHEKE VEKIRÎ'
Kaya anî ziman ku, wan agahiya tehliyeyê ji hevalên xwe yî qawîşa kêlekî wergirtine û wiha axivî: "Dema me televîzyon vekir, me tehliy dîtin. Mirov nizane kêfxweş bibe yan nebe. Çimkî, mirov xemgîniya hevalekî xwe yî li paş xwe dihêle dijî. Dîsa bis edan siyasetmeda, parêzvanên mafên mirovan, bi sedan mirovên girtî, tu li pêyî xwe dihêlî, ev jî kêfxweşiyeke çilmisandî ye. Li derve xwegihandina dostan xweş e, lê ji aliyekî ve jî derve bi çewisandin û pêkûtiyan veguheriye hundur. A rast, temamiya Tirkiyeyê veguheriye girtîgeheke vekirî. Bi rastî jî, hawirdorê welat bi dîwaran hatiye dorpêçkirin û bûyeke girtîgeheke mezin. Tabî ev pêvajoya têkoşînê ye. A girîng ew e ku, mirov têkoşînê mezin bike û li pêyî rastiyê bibeze."
'JI BO DEYNÊ ME YÎ LI HEMBERÎ CIVAKÊ EM Ê KARÊ XWE BIDOMÎNIN'
Kaya dest nîşan kir ku, doza Ozgur Gundemê didome, lê rojname weşana xwe nadomîne û wiha axivî: "Lê rojnameyên nêz hene. A rast, organên çapemeniyê yên dengê demokratîk ên civaka Tirkiyeyê ne hene. Ew weşana xwe didomînin. Em jî rojnameger in û em ê karê xwe îcra bikin. Li gel domandina dozê, em ê jî karê xwe bidomînin. Ji bo em rastiyan ragihînin civakê, deynekî me heye. Ji bo dayîna vî deynî jî, em ê îcrakirina karê xwe bidomînin."
Sadiye Eser-dîhaber