‘Em Ocalan wek mifteya rawestandin şer dibînin'

STENBOL- Welatiyên ji bo rawestandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan bang kirin diyar kirin ku, ew Ocalan wek mifteya rawestandina şer dibînin û wiha gotin: "Divê Ocalan di nav gelê xwe de be."

Herî dawî di 11'ê îlona 2016'an de birayê Rêberê PKK'ê ABdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê çûbû Girtîgeha Îmraliyê û ji wê rojê ve tu agahî ji Ocalan nayên wergirtin. Welatiyan ji bo dawî li tecrîda Îmraliyê bê banga pêkanîna muzakereyan kirin.

Welatiyê bi navê Ramazan Canbûlût (45) ê xwest dawî li tecrîda li ser Ocalan bê wiha got: "Em ê hemû xesarê ji vê bibînin. Wê tirk û kurd xesarê ji vê bibînin. Em hemû alîgirê aştiyê ne. Divê ev agir bitefe." Canbûlût geşedanên polîtîkayên derve jî nirxand û ragihand ku, ji Sûriyeyê cenazeyên leşkeran tên û ew li ber 2 leşkerên li Sûriyeyê hatin şewitandin ketine. Canbûlût herî dawî têkildarî girtina siyasetmedarên kurd jî wiha got: "Bila parlemnterên me jî berdin, çimkî me ew şandin wir."

‘NE TENÊ LI SER OCALAN, LI KURDISTANÊ TECRÎD HEYE'

Alî Şen ê 65 salî jî diyar kir ku, mijara tecrîdê mijareke zaf zor e û got, tenê tecrîd ne li ser Ocalan, li ser hemû Kurdistanê heye. Şen wiha domand: "AKP û MHP dixwazin kurda tune bikin. Kes ji vêya re nabêje na. Ev her du partî, li pêş kurda astenngeke mezin e. Çend sal berê digotin, 'çareserî', lê ya ew ji çareseriyê fêm dikin ji bilî şer û şidetê pêvtir ne tu tişt e. Niha ne tenê li Kurdistanê, li Sûriye û Iraqê jî dixwazin êrîşî kurda bikin. Naxwazin kurd tu mafî bi dest bixin. Feraseteke barbar a dewletê heye." Şen li dijî girtina parlementerên HDP'î û girtina hevşaredarên DBP'î jî bertek nîşan da û wiha got: "Ji bo çi wan girtin? Dixwazin kurda tune bikin."

‘DIVÊ OCALAN DI NAV GELÊ XWE DE BE'

Seyfî Ûgûrlû yê 30 salî dest nîşan kir ku, weziyeta Ocalan weziyeteke 'Rêberî' ye û wiha got: "Divê Ocalan ne li girtîgehê, di nav gelê xwe de be. Siyaseta Ocaln baş e. Tecrubeya wî heye. Kêm mirov wek Ocalan zane hene." Ûgûrlû wiha domand: "Çareserî, aştî û diyalog in. Divê tikr û kurd hev fêm bikin; an jê wê nêvenga çareseriyê çênebe. Em di gelên ku bi hezaran sal e li gel hev dijîn. Ez fêm nakim, doza çi li kurda dikin. Têkiliya bazirganî ya kurdên Iraqê bi Tirkiyeyê re heye. Ji çî kurdan ditirsin fêm nakim."

‘ÖCALAN’I SAVAŞI DURDURMA KONUSUNDA ANAHTAR OLARAK GÖRÜYORUZ’

Mûrat Gulmez (32) ê ku got, "Em Ocalan wek mifteya rawestandin şer dibînin" bi bîr xist ku, bi sala ye li Tirkiyeyê şerek heye û balê kişand ser rewşa Ocalan a şer rawestandinê. Gulmez wiha got: "Pirgirêkeke gelê kurd a divê bê çareserkirin heye. Di çareserkirina vî şerî de, rol û rista Ocalan girîng e. Di warê aştiyê de kesekî bi bandor e." Gulmez banga muzakereyê li aliyan kir û herî dawî wiha got: "Divê Ocalan demildest bê berdan. Divê demildest dawî li tecrîdê bê. Dema pevçûn hebin, aborî xerab dibe, cenaze tên. Ji bo tu gelî jî, şer ne heta hetayê ye. Em Ocaln wek mifteya rawestandina şer dibînin. Divê dewlet demildest li gel wî rûnê û biaxive."

'ÇARESERÎ DI YEKÎTIYA KURDAN DE YE'

Fatîha Toprak got, Ocalan di nav şert û şirtûên tecrîdeke giran de ye û wiha got: "Wek dayikekê ez zaf xemgîn im. Ocalan ji destpêkê ve mafê mirovan diparêze. Dixwazin Ocaln ji mejiyê mirovan paqij bikin. Bi taybetî jî kurdan bi Ocalan tehdît dikin. Berdewamiya kufrê heye, lê berdewamiya zilmê tune ye." Toprak banga divê demildest dawî li tecrîdê bê kir û wiha got: "Em dixwazin Tirkiye wî wek rêber qebûl bike." Toprak herî dawî wiha bang kir: "Her kesê dibê ez mirov im, li heq û huqûqê digerin digirin. Çareserî di yekîtiya kurdan de ye. Eger îro 70 kur dparlementerên AKP'ê bin, wê çawa çareserî pêk bê? Heke li derekê yekîtî tune be, li wir çareserî zehmet e."