AMED - Şaredariya Peyasê ya qeyûm tayînî wê hat kirin, hema bêje veguheriye qereqolekê û li gel vê, biraziyê Parlementerê AKP'ê yê Amedê Galîp Ensarîoglû, Fethî Ensarîoglû jî tayînî Gerînendetiya Park û Baxçeyan hat kirin.
Di 7'ê kanûnê de piştî Hevşaredarê Şaredariya Peyasa Amedê Mehmet Alî Aydin hat girtin û piştî wê bi rojekê, ji aliyê Wezareta Karên Hundurîn, Qaymeqamê Peyasê Mûstafa Kiliç wek qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Qeyûm roja ewil bi refaqetiya bi dehan polîsî hat avahiya şaredariyê û jiw ê rojê ve, hema bêje avahiya şaredariyê veguherandiye qereqolê. Welatî û personelên dema diçin avahiya şaredariya ku hawirdora wê bi wesayîtên zirxî hatine rawestandin û her wiha li her qatên avahiyê jî polîs hatine bicihkirin.
LI XEBATKARAN GEFA 'DIBE HÛN BÊN HINGAFTIN'
Hat diyarkirin ku, li qata 3'yemîn avahiya veser ku li kêleka avahiya şaredaiyê ya odeya qeyûm Kiliç lê ye, ji bilî rawestandina tîmên taybet destûra tu kesî nayê dayîn. Hat diyarkirin ku, dema Kiliç ne li avahiyê be, karkerên paqijiyê di bin nezareta tîmên taybet de paqijiya odeya wî dikin û her wiha hat zanîn ku, personelên ku ji ber kar dema derdikevin qatê odeya qeyûm lê ye rastî gefên bi vî awayî hatine: "Ji nişkave nelebitin, dibe hûn bên hingaftin, heke hûn destê xwe têxin bêrîka xwe dibe ku em bera we bidin."
Li gel vê hat derpêşkirin ku, li jêrzemîna avahiyê qenepe hatine bicihkirin û bi şev polîs li vir dimînin.
JI MIFTÎTIYÊ 'TRANSFERA' KARMEND
Li şaredariya ku, bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ya di 22'yê mijdarê de hat weşandin gelek xebatkar û gerînende jê hatin îxrackirin, ji Miftîtiya Bajêr, Navenda Perwerdehiya Gel û Qaymeqamtiya Peyasê karmend hatin peywirdarkirin. Piştî alîgirên hevserokatiyê Mehmet Kan, Mahmût Buyukbayram, Aydin Bolkan, Îhsan Avci û Mûstafa Demîr ji peywirê hatin îxrackirin, karmendên ji miftîtî, navenda perwerdehiyê û qaymeqamtiyê anîn, li şûna kesên hatin îxrackirin hatin peywirdarkirin û dîsa gelek kesên ji van deran hatin, li departmanên cuda dest bi kar kirin.
GERÎNENDETIYA POLÎTÎKAYÊN JINAN BI AWAYEKÎ FIÎLÎ HAT GIRTIN
Hat diyarkirin ku, ji roja qeyûm hatiye tayînkirin heta niha, li şûna gerînendeyên hatine îxrackirin, li şûna wan gerînendeyên nû hatin peywirdarkirin û her wiha hat zanîn ku, heta niha tu kes neanîne şûna Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan.
BIRAZIYÊ ENSARÎOGLÛ KIRIN GERÎNENDE
Li şeradariyê, Parlementerê AKP'ê yê Amedê Galîp Ensarîoglû yê ku der barê wî de nûçeyên wek şaredariyên qeyûm tayînî wan hatine kirin bi rê ve dibe derketin bûn jî, geşedan xwe didin der. Tê îdiakirin ku, kesên ji bo kar serî li şaredariyê didin ber bi Ensarîoglû ve tên beralîkirin û her wiha, biraziyê Ensarîoglû, Fethî Ensarîoglû jî anîn ser Gerînendetiya Park û baxçeyan.
Her wiha dîsa hat zanîn ku, meaşê stajyerên ku li şaredariyê dixebitin, ji aliyê qeyûm ve ji sedî 50'î hatiye kêmkirin.