ÎZMÎR - Li Zanîngeha Egeyê ya ku tim bi çewisandin, pêkûtî û lêpirsînên xwendekaran dikeve rojevê, xwendekarên dema zagona îstîsmara zayendî prostetokirin û bi derbkirinê hatin binçavkirin, ji aliyê rêveberiya zanîngehê ve der barê wan de bi îdiaya "ewlekarê taybet" derb kirine, lêpirsîn hat vekirin.
Li Zanîngeha Egeyê, komek xwendekarên endamê Kolektîfa Xwendekaran di 19'ê kanûnê de dema xwestin bi dirûşmeya "Tecawiz Nayê Rewakirin" , li zanîngehê bi çalakiya dengderxistinê zagona îstîsmara zayendî protesto bikin. Xwendekarên jin ên li kampusa zanîngehê hatin gel hev, pêşî rastî mudaxileya polîsên sivîl hatin û paşê jî rastî ya ewlekariya taybet hatin. Bi hatina polîsên çevîkê jî xwendekar bi derbkirinê hatibûn binçavkirin.
JI ALIYÊ RÊVEBERIYA ZANÎNGEHÊ LÊPIRSÎNEKE SKANDAL
Rêveberiya zanîngehê derpêş kir ku, ji ber xwendekaran "çalakiyeke derqanûnî" li dar xistine, der barê 8 xwendekaran de lêpirsîn da destpêkirin. Li gel dema derbkirina xwendekaran di dîmenan de xwe da der jî, rêveberiya zanîngehê îdia kir ku, xwendekaran ewlekariya taybet derb kiriye.
LI BER KAMERAYAN TÊN DERBKIRIN
Di dîmenên hatin bidestxistin de, bi awayekî zelal dixuyê ku xwendekar hatine derbkirin. Pêşî xwendekar ji aliyê ewlekariya taybet ve tên astengkirin, rastî heqaret û derbkirina yekeyên ewlekariyê tên û piştî polîsên sivîl tevlî bûyerê dibin, hin xwendekar bi xwêr ve tên kişandin. Piştî arbedeyê, xwendekar dikevin kafeya xwendekaran a li kampusê û li vir jî tên derbkirin û binçavkirin.
Her wiha dîsa di dîmenan de dixuyê ku, hin xwendekarên ku dixwazin hevalên xwe ji nav destên polîs û ewlekarên taybet de derxînin jî, nesîbê xwe ji vê şdietê werdigirin.