Gora kurê xwe yê ji aliyê hîzbulkontra ve hat revandin dixwaze

ÊLIH- Li Êlihê welatî Zeynel Kursep di 24'ê Adara 1994'an de dema ji nexweşxaneya dewletê derket ji aliyê 2 endamên Hîzbûllahê yên çekdar ve hat revandin û 22 salin tu agahî jê nayê girtin. Bavê Kursep Îbrahîm Kursep anî ziman ku 22 salin tu agahî jê negirtine û ew gora kurê wî ya ku biçe duayan li ser bixwîne hebe. "

Li Êlihê di salên 1990'an de gelek welatî ji aliyê Hîzbûllahê ve hatin revandin û windakirin. Yek ji wan windayan Zeynel Kursep ê di 24'ê Adara 1994'an de dema ji Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê derket û ji aliyê 2 endamên hîzbûllahê yên çekdar ve hat revandin e. Kursep piştî hat revandin 22 salin agahî jê nayê girtin. Dema Kursep hat revandin, li daîreya ku dihat zanîn aydî Sami Karadeniz e 6 rojan hat rawestandin. Piştre Kursep birin gundê Zarova û li wir hat windakirin. Bavê Zeynel Kursep ê 22 salin bi hesreta dîtina kurê xwe dijî Îbrahim Kursep, diyar kir ku heta niha ji kurê xwe tu agahî negirtin û wiha got: "Ez dixwazim gora kurê min ya biçin li ser wê duayan bixwînim hebe. 22 salin agahiyê ji kurê xwe nagirim. Kurê min ji aliyê hîzbûllahê ve hat revandin. Kurê min li nexweşxaneyê dergevan bû. Herî dawî ji ber nexweş bû saet di 9. 00’an de çû nexweşxaneyê. Dema ji nexweşxaneyê derket li ser Kolana Amedê maşîneyek hat cem wî û gotin em polîsin. Kurê min bi zora çekan revandin. Min daxwazname da dozger û walîtiyê. Min serî li hemû rayedaran da."

KURÊ MIN 6 ROJAN DI ODEYEKÊ DE MA

Kursep, anî ziman ku kesê ku 6 rojan tevî kurê wî di heman hucreyê de ma diyar kir ku kurê wî saxlem bû û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kesê ku 6 rojan bi kurê min re di heman hucreyê de ma û serbest hat berdan got 'Kurê te saxlem bû tiştekî wî tune bû. Me li wir pirtûk dixwendin. Ger tu bertîlê bide tê kurê xwe rizgar bike' Lê ji ber ku em ji ber zexta dewletê û cerdevanê ji Farqînê koç bûn, tu rewşa me ya em bertîlê bidin tune bû. Li gorî agahiya 3 kesên ku tevî kurê min hatin revandin û piştre bi bertîlan hatin berdan, kurê min ji aliyê Hizbullahê ve hat revandin û heta 11 mehan di hucreyê de çavên wan girtî hatin hiştin. Ji wê hucreyê gelek kes li hemberî bertîlan hatin berdan. Piştî kurê me hat revandin me tu agahî jê negirtin. Piştî kurê min hat revandin min serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê da. Ji bo kurê min bê ditin min serî li gelek saziyên fermî dan, lê heta niha min tu encam negirtiye. Min ji bo tazmînatê jî serî li dewletê da. Lê rayedarên dewletê gotin 'Yên winda em tazmînatê nadin" Niha ez dixwazim gorek kurê min hebe û li ser gora wî duayan bixwînim. Ez dixwazin gorek wî hebe.