Jiyana xwecihî li ser yûrikan ferz dikin

MUGLA - Yûrikên Muglayê ku bi jiyana xwe ya komunal ve tên nasîn li aliyekî li hemberî projeyên xwezayê talan dikin li ber xwe didin li aliyê din jî hewl didin çanda xwe bigihînin nifşên din.

Yûrikên ku li herêma Aydin-Muglayê dijîn û jiyana xwecihî red dikin û li van deran jiyanekî koçber dijîn koka wan heta sedsala 12'emîn ve diçe. Ligel ku bajar bi turîzmê re gelek koçê digire jî çanda xwe didin jiyandin û hewl didin ku bigihînin nifşên pêşrojê.

LI OBEYÊN YÛRIKAN QÎMETA PERE TUNEYE

Yûrikên ku hemû pêdiviyên xwe ji xwezayê bi cih tînin her obeyên wan wekî tesîsên hilberînê ye. Penêr, rûn, mast ew bixwe çêdikin, hiriyên ku ji pezên xwe digirin jî ji bo xwe qazax, patik, gore û heqîban çêdikin. Li obeyên ku tu qîmeta pere tuneye gel hemû pêdiviyên xwe, karûbarên xwe bihevre çêdikin.

LI DIJÎ ASÎMÎLASYONÊ ÇIYA JI XWE RE KIRIN WAR

Yûrikên ku jiyana împaratoriya Osmanî li ser wan ferz kir qebûl nekirin li dijî otorîteyê bi îsyanên Şahkulu, Celalî û Kalendar Şahê serî hildaye û piştî ku ev îsyan hatin çewisandin jî rastî qatlîamê hatin. Yûrikên ku li dijî qatlîaman berê xwe dan çiya li serê çiya bi obeyên ku ava kirin ve çanda xwe parastin, li dijî pêkûtiyên osmaniyan li ber xwe dan.

YA OSAMNÎ NEKARÎ BIKE ŞÎRKETÊN BAZIRGANIYÊ DIKIN

Ligel hemû pêkûtiyên împaratoriya Osmanî yûrikan bi berxwedanê çanda xwe dan jiyankirin, lê îro di bin xetereya şîrketên bazirganiyê de ne. Bi projeyên talankirina xwezayê ya şîrketên bazirganiyê ve li ser yûrikên Muglayê koçberî tê ferzkirin.

'EM LI ÇIYA Û OBEYAN DIJÎN'

SErokê Komeleya Yûrikên Muglayê Osman Akçay diyar kir ku yûrik wekî bavik û eşîran dijîn bêhtir bi sewalkariyê ve mijul dibin. Akçay got ku ji ber ku bi sewalkariyê ve mijul dibin jî ew wekî bi navên Sarikeçîlî, Karakeçîlî, Boztekelî ve tên pênasekirin.

'GER ZOZANÊN ME JI ME BIGIRIN YÛRIK DÊ NEMÎNIN'

Akçay da zanîn ku ji bo ku ew li bajaran bijîn pêkûtiyên li ser wan zêde dibe bi taybetî jî li herêma Muglayê ji ber projeyên turîzmê ev pêkûtî zêditir bûne. Akçay anî ziman ku yûrik ji ber xwezaya xwe humanîst û berxwedêr in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ev axa ku sedan salan e ji pêşiyên me ji me re maye qurbanî rantê tê kirin. Yûrik li her derê ku dijîn jiyaneke di nava xwezayê de dijîn, heke çiya, obe û zozanên me ji destên me bigirin ji yûrikan paşde tiştek jî dê nemîne."