STENBOL - Parêzer Erdal Kuzu û Parlamenterê CHP'ê Şafak Pavey, piştî li Girtîgeha Silivrî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ziyaret kirin diyar kirin ku tenduristiya Turk her diçe xerab dibe û ji ber vê yekê bi fikar in.
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê Parêzer Erdal Kuzu û Parlamenterê CHP'ê Şafak Pavey, li Girtîgeha Silivrî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ziyaret kirin. Li gorî nûçeya Rojnameger û nivîskara Cumhuriyetê Ayşe Yildirim Kuzu û Pavey 4 roj berê Turk ziyaret kirine û Kuzu diyar kiriye ku di çavê Turk ê rastê de nexweşiya kataraktê pêş ketiye. Di nûçeyê de Kuzu diyar kir ku bijîşkan xwestiye ku Turk ji çavê xwe emeliyat bibe û ger emeliyat nebe dê nexweşî lê giran bibe, lê li girtîgehê ew şert ne pêkan in. Kuzu, da zanîn ku Turk di hevdîtinê de nexwestiye ku tenduristiya xwe bîne ziman û wiha got: "Her çend moralê wî li cih be jî em ji rewş û tenduristiya wî bi fikar in. Siyasetmedarê ku ji aliyê gelê kurd û Tirkiye ve tê nasîn. Jiyana wî di bin rîskê de ye. Lê li Tirkiye nêzîkatiya li hemberî girtiyên nexweş diyar e. Me xwest ji ber şertên tenduristiyê serbest bê berdan, lê mixabin serlêdanên me hatin redkirin. Dozgeriyê 4 roj berê ji bo tenduristiya Turk tespît bike û rapora heyetê amade bike, Turk sewqî nexweşwxaneyekê kirine. Lê hêj encama raporê derneketiye. Dibe ku rapora "Dikarin di girtîgehê de bimîne" bidin. Em difikirin ku ji bo fikarên cemaweriyê ji holê rake raporek ku tenduristiya Turk baş nîşan dide aşker bikin.
NERÎNA SAZIYA TIPA EDLÎ YA LI HEMEBRÎ GIRTIYAN DIYAR E
Kuzu, anî ziman ku der bare Turk de raporek neyînî derkeve dê serî li Saziya Tipa Edlî bidin û wiha got: "Em zêde ji vê saziyê jî ne bi hêvî ne. Ji ber ku em dizanin nerin û nêzîkatiya Saziya Tipa Edlîya li hemberi girtiyên nexweş diyar e. Em dê serî li hemû rê û rêbazan bidin. Em dê hemû rêyên zagonî û hiqûqî bikar bînin. Li gel ku nexweşekî giran e û girtî ye em bi fikar in."
Parlamentere CHP'ê yê Stenbolê Şafak Pavey jî anî ziman ku ew parvekirina detayên tenduristiya Ahmet Turk rast nebîne jî neçare ku parve bike û wiha got: "Em dibînin ku li wir standartên mirovahiyê jî tune. Rewşa tenduristiya Ahmet Tur her ku diçe xerab dibe. Em li bendê ne ku biryarek bi lezgîn û adîl bê girtin. Ji bo em rê li pêş kuştinên ji ber tenduristiyê bigirin em neçarin vê yekê bikin.