EDÎRNE - Malbata Hevserokê Giştî ye HDP'ê Selahattin Demirtaş ê li Tîpa F a Edirneyê girtî ye, bi minasebeta serê salê Demîrtaş ziyaret kir. Parêzer wêneyê Malbatê yê bi Demîrtaş re kişandine bi riya Twitterê parve kir.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku di 4'ê Mijdarê de hat binçavkirin û hat girtin, li girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê girtin. Malbata Demîrtaş bi minasebeta serê salê Demîrtaş li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ziyaret kir. Malbatê di ziyaretê de wêneyên xwe bi hevre kişandin. Parêzerê Demîrtaş, wêneyê Demîrtaş û malbatê bi riya twitterê bi raya giştî re parve kir. Parêzer Muharrem Erbey, wêneyê ku Demîrtaş di ziyareta 7'ê Kanûnê de li gel dayika xwe Sadiye û bavê xwe Tahir Demirtaş kişandibû îro bi riya Twitterê parve kir. Erbey diyar kir ku yekem wêneyê Demîrtaş ê li Girtîgehê ye.