STENBOL - Nivîskar Asli Erdogan a ku girtin û berdana xwe wekî "şoq" îfade kir wiha got: "Ji nişkava dewletê xala kêm a di romana min de da. Balkêş e ku sehneya di romana min de li wî girtîgehê derbas bûye."
Endama Lineya Şewirmendiyê ya Weşanê ya Ozgur Gundem a ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê (KHK) de hat girtin nivîskar Asli Erdogan a 133 rojan di girtîgehê de ma û roja borî hat berdan roja xwe ya yekem bi dayika xwe re derbas kir. Asli Erdogan girtin û berdana xwe wekî "şoq" pênase kir.
WEKÎ BI BIVIRÊ HATIYE JÊKIRIN...
Asli Erdogan anî ziman ku şoqa dema binçavkirina xwe piştî ku hatiye berdan jî jiyaye û wiha berdewam kir: "Ez di xewnên xwe de fêm dikim ku şoqa yekem hê jî hezm nekiriye. Careke din xewnên binçavkirinê dibînim. Ji nişka ve wekî ku bi bivirê hatiye jêkirin te ji jiyana xwe qut dikin û tu nizanî ku tu dê kengî vegerî."
Erdogan di berdewamê de wiha got: "Min her tiş dihîşt. Ji Tirkiyeyê diçûm. Min nivîsa xwe ya xatirxwestinê jî ji bo dawiya havînê plan kiribû. Min ê xwe bi temamî bida wêjeyê." Erdogan anî ziman ku aliyê herî nebaş ê girtinê ew e ku mirov nizane dê kengî derkeve û bi gotina "hemû xweşikbûn û bedbûnên cihanê careke din vedigerin" jî derketina derve nirxand.
'DERIYEK BI DENG TÊ GIRTIN'
Her çiqas hatibe berdan jî tişta ku herî zêde Asli Erdogan dixe zehmetê hevalên xwe yên ku 4 meh û nîvan bi hevre mane hiştina li pey xwe ye. Erdogan vî rewşê jî wiha vedibêje: "Gelek zehmet e. Em nizanin ku kengî em ê hevdu bibînin. Deriyek bi deng tê girtin û careke din hûnhevdu nabînin."
'MIN BÊRIYA ASÎMAN Û DERYAYÊ KIR'
Erdogan destnîşan kir ku li girtîgehê herî zêde du hefteyên destpêkê yên dema ku hatiye girtin bûye û bêriya hemû tiştên ku li derve hiştiye kiriye lê piştre herî zêde bêriya asîman û deryayê kiriye.
BÎRANÎNEK...
Asli Erdogan qala bîranîneke xwe yê dema anîne dadgehê jî kir û wiha got: "Yek ji parêzeran dema ku li ber çavên min derbas bû neynikên wê yên bi manîkur bala min kişand. Min bêriya bi wî awayî bûnê kiriye. Makyaj û manîkur jî li aliyekî din raseriya gardiyanan li ser girtiyan e. Bi bêhna xwe ve dikevin qawişê û wekî gotina 'binêrin em xwedî tiştên ku yê we tuneye ne' bi kar tînin. Pêlavên nalçe bilind pênekirin nişkave çû zora min. Mİn qet pênekiribe jî ji ber ku hat qedexekirin, dîsa hezkirinekî min a ji bo manîkurê tuneye lê dengê wan pêlavên laçe bilind wekî hesûdî kir dilê min. Tiştên hêsan in. Lê ewqas tiştan ji te digirin..."
'DIVÊ EWIL DOZGER BÊ GIRTIN'
Erdogan diyar kir ku doza ku ew tê darizandin pir balkêş e û tenê ji ber ku Endama Lijneya Şewirmendiyê ya Ozgur Gundemê ne hatine girtin. Erdogan wiha got: "Ger weşana rêxistinê be divê ewil dozgerê ku destura weşanê dayê ji ber endamtiya rêxistinê bê girtin. Çima te destur da. Yên ku hinek ji hiqûqê fêm bikin ji bo vê biryarê dikenin. Heke dixwazin rojnameyekî bifetisînin li Tirkiyeyê di destên wan de bi dehan amûr hene ev tên bikaranîn."
'MA HIQÛQ KET DEWREYÊ MIN FÊM NEKIR'
Asli Erdogan destnîşan kir ku ew li benda biryara tehliyeyê nebû û wiha got: "Çi bû ku ev biryar hat dayîn nizanim. Gelo hiqûq di dawiyê de kete dewreyê yan siyaset ket dewreyê min fêm nekir."
Asli Erdogan a gotina "ez tu caran nebûm nivîskarekî siyasî" bi kar anî nirxandina "di pirsgirêka kurd de divê kurd biaxivin" kir.
'JI BO LI GIRTÎGEHÊ MAYÎNE DEMEKE NEBAŞ E'
Esla Erdogan anî ziman ku li gorî girtîgehên din li Girtîgeha Bakirkoyê pêkûtî kêm in, 70 girtiyên siyasî hene ji wan re girtiyên siyasî nayê gotin û wekî "sûcdarên terorê" tên binavkirin. Asli Erdogan da zanîn ku astengiyên ku bi OHAL'ê re destpê kiriye li Girtîgeha Bakirkoyê jî heye û wiha got: "Sewq hene. ji bo li girtîgehê mayîne demeke nebaş e. Li gorî 6 mehên berî xirabtir e. Wekî 12'ê îlonê nîne lê dîsa jî ji bo mayînê demekî nebaş e."
Asli Erdogan anî ziman ku pêvajoya siyasî li girtîgehê bi fikar şopandine û wiha berdewam kir: "Saet di 8'an de televîzyon dihat vekirin. Dema ku teqîn çêbibe wê hefteyê tehliye nedibû. Tirkiye her çû reştir bû. Me bi fikar pêvajo şopand. Pêvajoyeke ku encam dê çawa be em fêm nakin. Ger min bi rêvebibira, min ê polîtîkayên li ser normalbûn û lihevkirinê ava bikira."
Erdogan têkîldarî çalakiyên piştevaniyê jî wiha got: "Ji Yenî Zelanda, Erebistana Sûdî piştgirî dihat. Lê min kesên ku gotin divê Asli Erdogan ceza bigire jî dît. Bi te re dixavin lê mafê te yê bersivê tuneye. Ger ne ji piştevaniyê ba dibe ku bêhtir bigirtina."
'BEŞA KÊM A PIRTÛKÊ DEWLETÊ TEMAM KIR'
Surprîzekî Asli Erdogan ji xwendevanên xwe re heye. Erdogan bi bîr xist ku pirtûka wê ya beriya bikeve girtîgehê ji aliyê weşanxaneya ku peymana wê heye ve nehatiye weşandin û wiha got: "Pirtûk ji adarê heta niha amade ye. Yek ceribandin, yek çîrok. Nİha ez ê wan temam bikim lê ji bo romeneke cidî binivîsînim di destê min de gelek malzeme heye. Romeneke ku min berê dest pê kiribû hebû. Ez nikarim bibêjim romana girtîgehê romaneke zewacê. Karaktera esasî lêkolînereke ku bi kesekî amerîkî ve zewiciye ye. Li ser wêjeyê teza doktarayê dinivîsîne. Paşeroja vî jinê de tecrubeyeke girtîgehê heye. Lê ev wekû qulekî reş e. Zilam tenê nekeye ev beşa girtîgehê ya jinê. Jin venabêje lê tişta ku zilam li bendê ye tiştên wekî îşkenceyê ye. Ne êşa eşq ne jî zilamekî jin li bendê ye. Di nava çîrokekî bi vî rengî de pêvajoya girtîgehê ya 4-5 mehan heye. Min ew beş nenivîsand. Niha tam li cihê xwe rûnişt. Çîrokekî beriya salan ez fikiribûm. Min ew jî wekî qawîşekî DHKP-C'ê fikiribûm. Ewletê nişkave ev xala kêm da. Balkêş e sehneya ku min di romanê de vegotibû li wî girtîgehê hatiye jiyîn. "
Asli Erdogan got ku li girtîgehê dest bi çîrokekî nû kiriye û 6 jinên ku ji doza PKK'ê di girtîgehê de ne piştî ku ji girtîgehê derdikevin rêwîtiya wan a ber bi herêmê ve dike mijar. Asli Erdogan pirtûka xwe bi kurtasî bi gotina "Rêwîtiyekî ku ji Stenbolê dest pê dike diçe Wanê" vegot.
Yasîn Kobulan - dîhaber