Enstîtuya Kurd hat girtin

STENBOL - Enstîtuya Kurd a Stenbolê bi biryara KHK'ê ya ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve hat girtin û mohrkirin. Enstîtuya Kurd a ji aliyê rewşenbirên kurd Musa Anter, Feqî Huseyin Sagniç, Îsmail Beşikçî ve li dijî bişaftina ziman û çandê hatibû avakirin, li ser wêje, ziman, çanda kurdan lêkolin dikir.

Enstîtuya Kurd a Stenbolê bi biryara KHK'ê ya ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve hat girtin û mohrkirin. Enstîtuya Kurd ji aliyê rewşenbirên kurd Musa Anter, Feqî Huseyin Sagniç, Îsmail Beşikçî, Abdurrahman Durre, Îbrahim Gurbuz, Cemşîd Bender, Suleyman Înanoglu û Yaşar Kaya ve di 18'ê Nîsana 1992'an de li Stenbolê hatibû avakirin. Enstîtuyê li dijî bişaftin û tunekirina ziman, li ser wêje, ziman, çanda kurdan lêkolîn dikir û arşîv berhev dikir.

Wezîrê Karê Hundir piştî biryara OHAL'ê bi biryara KHK'ê piştî der barê 375 komeleyan de biryara girtinê da, duh dîsa der barê 94 komeleyêndin de jî biryara girtinê dabû.

Piştî biryara girtinê di rojnameya fermî de hat weşandin Şevê din polîsan û Midûriyeta Malan bi ser avahiya Enstituya Kurd û TZP Kurdî de girtin û piştî lêgerînê û ji martina alav û amûrên li avahiyê, mohr li deriyê avahiyê xistin.