MEREŞ - li navçeyên Elbîstan û Ekînozu yên Mereşê di serdegirtinên malan de Hevserokê HDP'ê yê Ekînozu Oruç Kul jî di nav de 11 HDP'î hatin binçavkirin.
li navçeyên Elbistan û Ekînozu yên Mereşê di serdegirtinên malan de 11 kes hatin binçavkirin. Hevserokê HDP'ê yê Ekînozu Oruç Kul, li Elbistanê jî Alî Kisa, Meryem Yildiz, Huseyîn Kisa, Dîlek Bakir, Hatun Berk, Ayşe Vaizoglu, Dursun Bahçe, Mustafa Kara û welatiyê bi navê Ercan ê paşnavê wî nehat hînbûn hatin binçavkirin.
11 welatiyên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn birin emniyetê.