AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi minasebeta sala nû peyam weşand. KCD'ê xwest sala 2017'an di serî de li Kurdistanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn aştiyê bi xwe re bîne û wiha got: "Dewleta AKP'ê bi MHP'ê re li hevkiriye eniya faşîst ava kirin û bi vê eniyê re Tirkiye di aliyê siyasî û aborî de ji dinyayê tecrît kirin"
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi minasebeta sersala nû peyam weşand. KCD'ê di peyamê de diyar kir ku li erdnîgariya Kurdistan û Rojhilata Navîn a ku ruhê dem û dîrokê lê tê jiyîn, di pêvajoyeke ku çarenûsa sedsalan diyar dike de derbas dibin. KCD'ê di berdewama peyamê de wiha got: Mirovahî; şahîdiya li hemberî şerê parvekirinê ya 3'yemîn a hêzên netewe-dewlet, statukoparêz û hegemonîk ên cîhanê bi heybetî li ber xwe didin, dike. Rojhilata Navîn cihekî girîng û xwedî roleke diyarker e, gelên Kurdistanê û kurd bi têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê çarenûsa wê diyar dike."
KCD'ê da zanîn ku hêzên demokratîk û azadiyê yên Kurdistan û Tirkiyeyê hem di aliyê siyasî de û hem jî di aliyê qirkirina fîzîkî de tên ceribandin û wiha berdewam kir: "Bi destkeftiyên bi berdêlên mezin yên wekî siyasî, exlaqî, çandî, sazîbûnî û hemû qadan bi dest xistine, di bin pençê "darbeya mekanîk' de ye û bi qirkirin û dagirkeriyê re rû bi rû ye. Ev pêvajoya di 5'ê nîsanê de bi girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Oclan re dest pê kiriye û gihîştiye asta ku gelên Kurdistan û Tirkiyeyê înkar bikin û bi polîtîkayên tundiyê dengê muxalefeta demokratîk qut bikin."
TIRKIYE TECRÎD DIKIN
KCD'ê di berdewama peyamê de wiha got: "Dewleta AKP'ê bi MHP'ê re li hevkiriye eniya faşîst ava kirin û bi vê eniyê re Tirkiye di aliyê siyasî û aborî de ji dinyayê tecrît kirin.Ev pêvajoya dîrokî ya ku çarenûsa gelandiyar dike de, ji bo gele kurd mijara herî jiyanî û girîng avakirina yekîtiyê ye. Ev yek careke din bi me da nîşandan ku bê avakirina yekîtiya kurdan a di vê pêvajoyê de çiqasî jiyanî û girîng e. Li ser vê bingehê hêvî û bawariya me ew e ku sala 2017'an di aliyê gelê kurd de avakirina yekîtiya neteweyî gelekî girîng e û Kongreya Neteweyî ya ku ev demeke di rojeva kurdan de ye pêk were."
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) herî dawî xwest sala 2017'an di serî de li Kurdistanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn aştiyê bi xwe re bîne û wiha got: "Bi baweriya ku sala nû gelên berxwedêr bi têkoşîna xwe bi ser bikevin û bibe sala aştî, azadî û serkeftinê."