Li Şaredariya Dersimê lêgerîn

DERSIM - Piştî Hevşaredarên Dersimê hatin girtin polîsan bi ser şaredariyê de girtin û lêgerîn dan destpêkirin.

Piştî ku Hevşaredarên Dersimê Memhet Alî Bul û Nurhayat Altun hatin girtin gelek polîs hatin, şaredariya ku qeyûm hat tayîn. Polîsên ku bi otobus û wesayîtên zirxî ve hatin li hundir lêgerîn dan destpêkirin.