3 kesên ketin lehiyê hêj nehatine dîtin

MÊRSÎN - Li Mêrsînê yek jê zarok 3 kesên ketin nava pêlên lehiyê hêj bedena wan nehatiye dîtin.

Li Mêrsînê di 29'ê kanûnê de ji ber barana zêde lehî rabû. Di lehiyê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û yek jê zarok 3 kes ketin nava pêlên lehiyê û winda bûn. Lêgerîna bedena 3 kesan didome. Di lehiyê de hevserên bi navê Serkan û Fatma Genç jiyana xwe ji dest dan. Zaroka wan a 2 salî Miray Genç û welatiyên bi navê Sultan Uncu û Soner Yilmaz hêj agahî ji wan nayê girtin.

Yekîneyên rizgariyê di nava deryayê de lêgerînê dikin. Ji bo bigêjin Soner Yılmaz bi yekîneyên peravê û helîkopterê lêgerîn didome. Ji bo lêgerîna Sultan Uncu û Miray Genç jî li delav û qiraxên çeman lêgerîn didome.