Xizmên windayan aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn

AMED - Komeleya Mafên Mirovan a Amedê û xizmên windayan di hefteya 412'an a çalakiya xwe ya bi şîara "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li da xistin de aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan ji bo aqûbeta kesên ku di bin çavan de hatine windakirin an jî qetilkirin bipirsin bi şîara "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" cara 412'emîn hatin cem hev. Çalakî ji ber qedexeya OHAL'ê li Salona Konferansê ya ÎHD'ê ya Amedê hat lidarxistin. Serokê ÎHD a Amedê Racî Bîlîcî di çalakiyê de axivî û diyar kir dewlet ditirse ku windayan bibîne û hesab bide, sala borî ji bo welatiyên ku li vî cografyayê dijîn bûye saleke bi êş.

'DÎTINA MUJGAN EKÎN KÊFXWEŞÎ YE'

Bîlîcî destnîşan kir ku ew ji bo dîtina Mujgan Ekîn a ku li Enqereyê hate binçavkirin û 2 mehan jê agahê nehat girtin kêfxweş bûne û wiha berdewam kir: Mujgan Ekîn hat dîtin lê divê dewlet tiştên ku bi Ekîn hat kirin derxîne holê, kê bi kîjar armancê birin, kê îşkence li wê kir. Gotinên malbatê hene. DEwlet ji her welatiyê xwe berpirsyar e. Divê kesên ku Ekîn revandin û îşkence li wî kirin derxîne pêşberî edaletê."

Rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Hasan Pekdogan jî çîroka windakirina Mehmet Ozdemîr ê ku hatibû binçavkirin û hatibû berdan û piştre di 26'ê kanûna 1997'an de li qahwexaneyekî ji aliyê 3 kesên di wesayîkekî spî hate revandin parve kir.

Pekdogan da zanîn ku ji 1997'an heta niha ji Mehmet Ozdemîr agahî nayê girtin ji aliyê kesên ku di destên wan de bêtel hene û sivîl bûn ve hatiye birin û ev agahî da: "Mehmet ji qehwexaneyê girtin û ber bi wesayîtekî spî ve birin. Dema ku dît li hundirê wesayîtê kesekî sêyemîn jî heye nexwestiye li wesayîtê siwar bibe. Xwe avêt erdê xwest xwe ji wan xilas bike. Xwe avêtiye erdê lê wan kesan bi zorê ew li wesayîtê siwar kirin û ji wir birin."
Pekdogan da zanîn ku piştî ku malbatê serî li ÎHD'ê daye ji bo dîtina Ozdemîr bi salan e têkoşîn tê dayîn lê heta niha encamek negirtine.

Kurê Mehmet Ozdemîr, Celal Ozdemîr jî anî ziman ku heta ku kujerê bavê xwe bibînih dê dev ji têkoşîna xwe bernedin.

Daxuyanî bi 5 deqîqe çelakiya rûniştinê bi dawî bû.