SETNBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya hefteya 614'an de dayika Fatma Morsumbul bibîr anîn û ji bo sala 2016'an gotin “Tu çû carek din venegere". Dayikan diyar kirin ku dê di sala 2017'an de jî têkoşîna xwe berdewam bikin.
Dayikên Şemiyê di hefteya 614'an de dîsa li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya "Faîl diyar in, winda li ku ne" berdewam kirin. Dayikan di çalakiya xwe de çarikên sipê ku remza "Aştiyê" ye û qurnefilên sor danîn ser wêneyan û pankarta “Faîl diyar in winda li ku ne" vekirin. Dîsa dowîzên ku wêneyên windayan lêye rakirin. Di çalakiyê de Serokwekila Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Filiz Kerestecioglu û nivîskar Necmiye Alpay a di 30'ê Kanûnê de serbest hat berdan, Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu û gelek kesên din amade bûn.
‘HÛN NIKARIN MIROVÊN KU WE WINDAKIRINE JÎ BIBÎNIN?'
Di çalakiyê de ewil dayika Murat Yildiz ê di 23'ê Sibata 1995’an de hat windakirin Hanife Yildiz axivî. Yildiz, pirsa “Em 21 salin li vir çi dikin? Bi salan e em li edaletê digerin, lê hêj me deng û awazên xwe negîhandiye Tirkiyeyê. Me dengê xwe gîhand hemû cîhanê, lê me negihand Tirkiyeyê. Hûn dengê me mabihîzin û hûn me nabînin. Ma hûn mirovên ku we windakirine jî nabînin?"
Yildiz, dayika şemiyê Fatma Morsumbul ku ji bo kurê xwe yê winda têdikoşiya û gotibû "Bila hestiyekî kurê min ê winda bidin min, ez dê emrê xwe bidin wan' bibîr anî û wiha got: Morsumbul dema li kurê xwe yê winda digeriya jiyana xwe ji dest da. Li Tirkiye dayikên ku negirîn û dilê wan bi êş nemane. Berpirsiyarê hemû leşker, polîs û gerîllayên jiyana xwe ji dest dide rêveberên dewletê ne."
‘EM DÊ LÊGERÎNA XWE HER BERDEWAM BIKIN
Hevsera Fehmî Tosun ê di 19'ê Cotmeha 1995’an de di bin çavan de hat windakirin Hanim Tosun jî anî ziman ku bi salan in li windayan digerin û êdî dixwazin winda bên dîtin. Tosun, bal kişand ser Dayikên Şemiyê Asiye Karakoç û Fatma Morsümbul yên jiyana xwe ji dest dan û wiha got: "Me û Morsumbul bi hevre têkoşîna windayan dida. Li vê qadê ez û dayika Fatma bi hevre hatin binçavkirin. Em rastî lêdanê hatin. Lê dayika Fatma dest ji têkoşînê û lêgerîna mafan berneda."
TÊKOŞÎNA WÊ TÊKOŞÎNA ME YE'
Birayê Cemil Kirbayir ê di serdema darbeya 12'ê Îlonê de di bin çavan de hat windakirin Mikail Kirbayir jî dayika Morsumbul bibîr anî û wiha got: "Dema xatir xwest û çû berpirsiyarî da ser milê me û çû. Têkoşîna wê têkoşîna me ye. Di sala 2016'an de avahî hatin bombekirin, mirov di jêrzemînan de hatin şewitandin. Li erdê hatin kaşkirin. Salek pir xerab derbas bû. Em dibêjin bila çûna te hebe vegera te tune be. Em dixwazin carek din sala 2016'an neyê jiyîn.
‘HÛN NIKARIN TÊKOŞÎNA ME PAŞVE BIXIN'
Birayê Hasan Ocak Hasan Ali Ocak, jî diyar kir ku dayikek din a şemiyê jiyana xwe ji dest da û ewê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu jî diyar kir ku dayik zarokên xwe nabînin û diçin û wiha got: "Di sala 2016'an de gelek kes hatin kuştin. Em hêvî dikin ku sala 2017’an mirin çêne be. Em dê sala 2017'an van mirinan bibîr bînin. Nahlet li vê dîroka ku mirin têde hebe bê.
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê û Serokwekîla Koma HDP'ê Filiz Kerestecioglu miqabilî gotina dayikan a “Dengê me nabihîzin" got: “Yên bûn sedema ku em li vê qadê ne, kesên ku bûn sedema kuştin û windayan in. Ev kes dengê me dibihîzin. Sala 2016'an wekî tunelek tarî ye. Em dê di sala 2017'an de bi têkoşîna hevpar biçin dawiya tunelê û xwe bigînin ronahiyê. Em dê ji nivîsandina rastiyan, têkoşîna rastiyê gavan paşve navêjin."
Herî dawî li ser navê Dayikên Şemiyê Sebla Arcan daxuyanî xwend û wiha got: "Li Tirkiye îro ne demokrasî, krîza binpêkirina mafan, hiqûqê heye. Em hêvî dikin ku di vê sala nû de hiqûq, demokrasî û mafên mirovan serdest be. Welat ne bi xwîn û can, bi azadiya mafên mirovan welat e. Li gori rapora ÎHD'ê, 3 kes hati windakirin. Li Şirnexê Hurşit Kulter, li Enqereyê Mujgan Ekin û li Amedê Taşkin Yasak hatin windakirin û hatin dîtin. Agahiya ku bi saxî hatin dîtin em kêfxweş kirin. Ev nîşan dide ku windayên bê qeyd nîşan dide.
Arcan, herî dawî got dê di sala 2017'an de li dijî windayan têkoşîna xwe berdewam bikin.