Yuksek hat berdan

ŞIRNEX - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek ê li têketina Hezexê hatibû binçavkirin hat berdan.

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek ê ku li têketina navçeya Hezexê ya Şirnexê di noqteya kontrolê hatibû binçavkirin hat berdan. Yuksek bi hinceta ku îfadeya wî heye hatibû binçavkirin, Yuksek li Edliyeya Hezexê îfade da û piştre hate berdan.