AMED - Akademiya Ehmedê Xanî ya ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hat girtin ji aliyê ekîbên maliyeyê ve hat mohrkirin.
Komeleyên ku jialiyê Wezareta Karên Hundir ve bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hate girtin tên mohrkirin. Yek ji 94 komeleyên ku hatin girtin jî Akademiya Ehmedê Xanî ya semta Huzurevlerî ya navçeya Peyasa Amedê ye. Akedemiya Ehmedê Xanî ji aliyê ekîbên maliyeyê ve hate mohrkirin. Ekîbên ku bi polîsan re hatin komeleyê piştî hejmartina tiştên li hundir hat mohrkirin.
Akademiya Ahmedê Xanî di 2012'an de li ser ziman, dîrok û wêjeya kurdî xebatên akademîk dimeşand.