Necmiye Alpay: Ezê fêrbûna zimanê kurdî yê kêfa min jêre hat berdewam bikim

STENBOL - Zimanzan û Endama Lijneya Şêwira Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Necmiye Alpay a 133 rojan di girtîgehê de ma û serbes hat berdan, diyar kir ku darazê karê wê yê lêkolîna aştiyê dijwar kir û wiha got: "Kesên entelektuel di her şert û mercan de rexne dikin. Zimanû kurdî mirovan mezin dike. Pir zimanekî xweş e. Ezê fêrbûna xwe ya kurdî berdewam bikim.

Zimanzan û Endama Lijneya Şêwira Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Necmiye Alpay a di 16'ê Tebaxê de polîsan bi ser mala wê de girt û bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hat binçavkirin û girtin şandibûn Girtîgeha Bakirkoy a jinan. Necmiye Alpay, Endama Lijneya Şêwira Weşanê Asli Erdogan û Gerînengeyê Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê Zana Kaya di 29'ê kanûnê de serbest hatin berdan. Alpay dema serbest hat berdan li pêş girtîgehê ji aliyê hempîşe, heval, hogir û malbata xwe ve bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Alpay a 78 salî, piştî hat berdan, li gel temenê xwe yê mezin bi koşê kolana Ozgur Gundemê de meşiya û hat ber avahiya Rojnameya Ozgur Gundemê û avahî ziyaret kir. Alpay, li ber avahiya Rojnameya Ozgur Gundemê ya hat mohrkirin ku nivîsa “Teqez em dê bi ser bikevin" rawestiya û pirsên dibahaberê persivand. Alpay, mohrkirina avahiyê û pêkanînên li ser rojnameyê rexne kir û diyar kir ku ev pêkanîn hemû li dijî hiqûqê ne. Alpay, ku piştî hat berdan û roja duyemîn tev li çalakiya Dayikên Şemiyê ya Galatasarayê bû, têkildarî girtîgehê û rewşa Tirkiye axivî. Alpay, anî ziman ku ew ne li bendê bû ku roja polisan bi ser avahiya Ozgur Gundemê de girt bê girtin û wiha got: "Me dizanîbûn girtin zêde ne. Her sibe bi fikar em hişyar dibûn. Her dem mirov li benda binçavkirinê bûn. Min îdîaname lêkolîn kir. Dozger Rojnameya Ozgur Gundemê dixwaze wekî bultena rexistina çekdarî bîne ziman, lê dibêje rêxistina weşanê. Dozger Gûndemê wekî rêxistina çekdarî dibîne. Xuya dibe ku ferman dane wan ku rojnameyê bidin girtin. Xuya dibe ku gotine di kunya rojnameyê de kî hebe tevan bigirin. Ez ewil wisa weki topyekun nefikirim. Roja ku Asli hat binçavkirin, lê dema ez çûm min fam kir ku çune mala Necmiye Alpayek din. Berdidin û dîsa digirin. Niha jî em perdan û Ahmet Şik girtin. Her tişt girêdayî deriyê demokrasiyê ye. Ger ku serê ben berdin, xuya ye ku dê encama wê bikuve biçe. Gotinên 'Em dê wan tune bikin' hatin bihistin. Perspektifa din ewe ku em rê nedin vê yekê."

'LI TIRKIYE MIROVÊN WÊREK PIR IN'

Alpay, da zanîn ku ji bo Tirkiyeyek demokratîk pêdivî bi wêrekî û kesên wêrek heye û wiha got: "Li Tirkiye mirovên wêrek pir in. Ew li pêş girtîgehê hefteyê 2 rojan nobetêdigirin. Bê westan û bezar bibin nobet girtin. Mirovên herî wêrek ew in. Her kes piçekî wêrek bin, dikarin li gorî xwe ji bo demokrasiyê hin diştan bikin. Eleqeyek gelek mezin hebû. Astengkirina nobeta li pêş Sîlîvriyê ez aciz kirim. Xwestin bi astengirira nobeta li pêş Sîlîvriyê peyamek firehtir bidin. Ez mirovek ji bo aştiyê demek dirêj têdikoşim. Lê balkêş e li şûna min diçin bi ser malbata Necmiye Alpayek din de digirin. Ev nîşaniya hovîtiyê ye. Heta niha ji bo Vakfa Aştiyê operasyon û girtin pêk nehat. Divê em bi herve bifikirin. Divê em bi Rojava û Kurdistana Iraqê re bifikirin. Pirsgirêkea xweser pirsgirêka Kurd e. Tişta ku em li vir bikin karê pratîk e. Divê em bê çek vê pirsgirêkê çareser bikin.

ME GOT AŞTÎ DEWLET GOT ÇARESERÎ

Alpay, da zanîn ku divê bi heman rengî herdu milên çekdarî jî berpirsiyariya xwe pêk bînin û wiha got: "Ji bo aştî bibe malê civakê em sînorê cudahiya navbera civakê bê rakirin. Divê armanca me em sînorê navbera cudahiyan rakin. Divê kes nebe mexdûrê cudakariyê. Divê her kes bi zimanê xwe, çanda xwe û nasnameya xwe xwe bi rêve bibe. Niha dijberî wê serdest e. Hikûmet hemû komele û rêxistinên sivîl digire. Ji bo çareseriyê çerebeyê Efrîqaya Başûr heye. Girtîgeha Kandira û Sîlîvrî betir nêzî 12'ê Îlonê ye. Me wekî Meclîsa Aştiyê her dem got pevajoya aştiyê, dewletê jî her dem got pêvajoya çareseriyê. Kesên entellektuel di her şert û mercan de rexne dikin. Kesên entelektüel kesên bi îdîa ne.
Mirov li girtîgehê bi girtiyan re 24 saetan bi herve ne. Hevalên min ên girtîgeha Mamakê dîsa weki bere ne. Ji ber ku min rewşa girtîgehê dît baş bû. Ji bo min bû tecrûbe. Min pir ji mirovê wir hez kir. Gelek tiştên ku em li ser wê bêjin "û binivîsin heye.

HEVALÊN 23 SAL GIRTÎ HEBÛN

Gerîllayên berê yên 23 salin li girtîgehê hebûn. Hêj mirovekî pir ciwan bûn hatin girtin. Yên ji ber bi kurdî silogan berz kirine hatine girtin. Yên ji ber fikrên xwe yên azad anîn ziman hatin girtin hebûn. Ez her tirsiyakmu bi kesên adlî re bimînim. Ez li girtîgehê di nava du hesinan de razam. Piyê min li hesin serê min li hesin bû. Em hatin berdan Ahmet Şık hat berdan. Gelek name ji min re hatin. Hem ji hundir hem ji dervê welat.

EZ DÊ FÊRKIRINA KURDÎ BERDEWAM BIKIM

Alpay, têkildarî ferbûna kurdî jî axivi û wiha got: "Zimanekî mirovan mezin dike. Pir kêfa min jêre hat. Ez dê li derve jî ferbûna xwe ya ziman berdewam bikim.


Ez silavên xwe ji girtiyên C-9, C-10, B-6 re dişînim.

Necla Demîr / Mesut Kaynar - dihaber