DÎLOK- Welatiyê bi navê F.A. ku piştî komkujiya Dîlokê ya 57 kesan jiyana xwe ji dest dan ji bo cilên 2 biraziyên xwe yên hatin kuştin wergire çû Midûriyeta Polîsan a Dîlokê. F.A ku pirsa "We çima êrîşa komkujî asteng nekir?" pirsî, bersîva; “Wir wekî herêma terorê hatiye îlankirin, em nikarin tiştekî bikin” girt.
Li taxa Beybahçe ya Dîlokê di ser komkujiya 20'ê Tebaxê ya 57 kes hatin qetilkirin re 75 roj derbas bûn, lê hêj lêpirsinek şênber nehatiye kirin. Malbatên ku xizmên xwe winda kirin anîn ziman ku ji bo tiştên xizmên xwe bigirin çûne Midûriyeta Polîsan a Dîlokê. Welatiyan diyar kirin ku li Şaxa Têkoşîna bi Terorê re tiştên xizmên xwe girtine û di navbera wan û polîsan de diyalogên balkêş derbas bûne.
'BEYBAHÇE HERÊMA TERORÊ YE'
F.A. diyar kir ku ji bo tiştên xizmên xwe yê jiyana xwe ji dest dane çûne emniyetê û dema ku tiştên xwe girtine pirsa "çima we taxa me neparast, çima pêşiya êrîşê negirt" ji polîsan kirine, polîsan jî bersiva "ew der herêma terorê hatiye îlankirin em nikarin ji bo wê derê tiştekî bikin" dane wan. F.A. wiha axivî: "Li nexweşxaneyan hê jî xizmên me hene. Tên dermankirin. Heke em bi ser de biçin dê wan derman nekin pêkûtiyêli me bikin. Dewletê berê jî heman tişt anî serê me. Navnîşana qatlîaman heman e. Em jî dizanin. Dixwazin bikişînin aliyê din."
'ÇIMA DAIŞ'Ê AŞKERA NAKIN'
F.A. got ku dibêjin kiryar DAIŞ e lê aşkera nakin û pirsa "Ger ku DAIŞ be çima hê jî li ser dosyayê biryara veşarîbûnê heye" kir û wiha got: "Tenê dixwazin rewa bikin. Ma ew piştgiriyê nadin. Ma wan neşandin Sûriyeyê. Nihav divê ev bê dîtin. Her tişt li ber çavan e lê dixwazin li ser bigirin. Ev hovîtî nayê qebûlkirin."