Ji ber şewba harê herêma Lîcê xistin dorpêçê

AMED - Li mezraya Kancerê ya gundê Bawerdê yê Lîceyê ji ber şewba Harê herêm xistin bin dorpêç û parastinê.

Li mezraya Kancerê ya Gundê Bawerdê yê navçeya Lîceya Amedê hat zanîn ku sewşa harê belav dibe. Welatiyên herêmê diyar kirin ku sewalên biyanî ev şewba harê bi xwe re anîye û li gund belav bûye. Ji ber şewba harê gelek sewalên mezin mirar bûn. Welatiyên herêmê piştî agahî dan bêtaran, bêtar û yekîneyên midûriyeta sewalkarî û zexîreyan a Bajar li herêmê lêkolîn kirin. Bêtarên Zanîngeha Firatê ku li herêmê lêkolîn kirin, teşhîsa (zoonos) a harb3una sewalan kirin. Li ser vê nexweşiya harê rayedarên tenduristiyê li herêmê dest bi zeryinên harê kirin. Piştî vê nexweşiya şewba harê dest bi derziyên harê kirin û herêm kirin bin parastinê. Piştî vê bûyerê şîr û berhemên şîr yên li vê herêmê rawestandin. Bêtarên li herêmê lêkolîn kirin diyar kirin ku dema kef bi ser devê mirovan bikeve, ji avê bitirsin, felç, agirê mirov zêde bibe û kabiz bibin divê bi lezgîn serî li rayedarên tenduristiye bidin.