STENBOL - Li Reîna ya Navçeya Ortakoyê ya Stenbolê li dijî kesên sersal pîroz dikir êrîşa çekdarî pêk hat. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, diyar kir ku di êrîşê de 39 kesan jiyana xwe ji dest dane û 69 kes jî li nexweşxaneyan derman dibin. Soylu anî ziman ku hêj erîşkar nehatiye dîtin.
Li navenda şahiyê ya Raîna ya Ortakoya Stenbolê saet di 01.30'an de li dijî kesên sersal pîroz dikirin êrîşa çekdarî pêk hat. Di êrîşê de 39 kesan jiyana xwe ji dest dan û 69 kes jî birîndar bûn. Êrîşkar di serî de polîsê li ber derî gulebaran kir û piştre li ser kesên salonê gule reşandin. Hat zanîn ku êrîşkar bi erebî qêriya ye û piştre gule barandiye.
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu û Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag, bi balafirê hatin Balafirgeha Ataturkê û ji wir jî derbasî Qada Şahiyêya Reinayê bûn. Wezîr Soylu û Akdag piştre derbasî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Etfalê ya Şîşliyê bûn. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, li Balafirgeha Ataturkê pirsên rojnamegeran bersivand û diyar kir ku nasnameya 21 kesan diyar bû, 18 kesan hêj ne diyar e. Soylu, diyar kir ku nasnameya 16 kesan biyanî ye û nasnameya 5 kesan jî niştecîhî ne. Soylu, anî ziman ku lêgerîna êrîşkar didome. Piştî Soylu, derbasî nexweşxaneyê bû dîsa daxuyanî da û diyar kir ku kesekî êrîş pêk anîye û diyar kir ku kesekî êrîş pêk anîye.
Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag jî diyar kir ku li nexweşxaneyê 65 birîndar hene û 4 birîndarên rewşa wan giran jî rewşa wan giran in. Akdag, anî ziman ku hewl didin nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dane tespît bikin. Akdag, da zanîn ku gelek kesên biyanî ne.
ŞAHIDÊ BÛYERÊ: KESEKÎ GULE DIBARAND 2 KESAN GULE DAVÊT
Şahida bûyerê ku hat Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Şişli Hamidiye Etfalê, diyar kir ku kesekî li hundir gule dibarand û 2 kesan jî gule davêt. Şahida bi navê Sinem Uyanik, diyar kir ku hevserê wê Lutfu Uyanik (36) birîndar bû û wiha got: “Me li wir şahî dikir. Şeva sersalê her kesî şahî dikir. Carekê her kes reviya. Hevserê min got netirse û xwe avêt ser min. 3 gule li hevserê min ketin. Pir tirsnak bû. Kesekî gule direşand û 2 kesan jî yek bi yek gule davêt. Li hundir bêhna barûdê dihat. Hevserê min di nava xwînê de mabû. Mirov di nava xwînê de bûn. Piştre ambulans û polîs hatin. Ez li polîs geriyam. Got tev nelivin an hûn jî dê bibin qurban. Em rawestiyan polîsên tevgera taybet hatin. Pê li mirovan kirin û derbas bûn. Polîs hatin û gotin ‘Destê xwe bidin ser serê xwe û xwe li erdê dirêj bikin. Em tev derxistin qadên jor."
XWEDIYÊ REİNA: ÎSTÎXBARATA DYA'yê AGAHÎ DABÛ
Xwediyê Navenda Şahiyê ya Reina Mehmet Koçarslan wiha got: "Bêşerefên ketin hundir bi Kalaşnikofan gule reşandin. Îstîxbarata DYA'yê agahiyê vê yekê dabûn. Hefteyekî 10 rojan ewlehiya bahrê hat girtin. Piştre çi bû? Li ber çavan êrîşkar ketin hundir û êrîş pêk anîn."