'Di 2017'an de Xwedê ji bo me sebrê, ji bo hinekan jî bela xwe bide'

STENBOL - Sazî û nûnerên siyasî yên ji bo sala 2017'an temiya aştî û demokrasiyê kirin, peyama bi hêviya sala 2017'an bibe sala têkoşînê dan. Di nav peyaman de ya herî balkêş ya nivîskar Umît Kivanç e. Kivanç wiha got: "Xwedê ji bo me wijdan, sebr û aqil, ji bo hinekan jî bela xwe bide."

Gelek sazî û nûnerên siyasî ji bo sala 2017'an temiya aştî û demokrasiyê kirin û peyam dan. Ji wan peyaman jin jê ev in:

'BILA MIROVATÎ BÊ'

Parlementerên HDP'ê yê berê Hasîp Kaplan: "Bila mirovatî bê, çimkî di 2016'an de hem li welatê me hem jî li herêma me li dijî mirovahiyê hin sûcên şerî pêk hatin. Em bûn şahidê vê zilmê. Li girtîgehan cih nema. Bêaramî, bêedaletî û her roj nûçeyên mirinê hebûn. Dixwazim demildest ji 2016'an xelas bibim. Dema li vana hemûyan dinihêrim û difikirim, daxwaza mirovatiyê dikim. Ji 2017'an tekane bendewariya min, mirovatî, bextewarî nema, bila edalet, aştî û mirovatî bê."

Nivîskar Umît Kivanç: "Xwedê ji bo me wijdan, sebr û aqil, ji bo hinekan jî bela xwe bide."

Sekretera Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzû Çerkezoglû: "Sala 2016'an li Tirkiyeyê sala şer, komkujiyan, mirinan bû. Temiya min ew e ku, sala 2017'an bi xwe re aştî û demokrasiyê bîne welat. Lê em dizanin ku ev xwesteka me, tenê bi xwestinê nabe, divê em têbikoşin. Bi vê baweriyê, di sala nû de, ji bo hemû karker û kedkaran, gelên bindest, hemû gelên cîhanê aştî û demokrasiyê dixwazim."

‘BILA BIBE SALEKE KU JIN NEYÊN KUŞTIN'

Nûnera Giştî ya Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin Gulsum Kav: "Di vê salê de jin saleke zor û zehmet derbas kirin, lê di heman demê de berxwedanên mezin jî dan der. Li gel hemû zor û zehmetiyan jî netepisiyan, îsal jin têkoşiyan. Dixwazim di vê sala nû de ruyê jinan bikene, li gor dilê xwe bigerin, saleke xweş derbas bikin. Dixwazim bibe saleke ku jin neyên kuştin. Helbet di şert û şirûtên Tirkiyeyê de divê em têbikoşin."

Xwişka Hasan Ocak ê di bin çavan de hat windakirin, ji Mirovên Şemiyê Masîde Ocak: "Em di dema ketian sala nû de jî li Galatasarayê bin. Îro ya li Tirkiyeyê rejîma hikum dike, ne demokrasî ye. Xwesteka me yî sala nû, serdestiya huqûqê, aramî û aştiya vê xakê ye. Xwesteka me yî sala nû, xwegihandina windahiyan e. Avakirina rejîmeke demokratîk, ku em karibin hesabê wan bipirsin. Divê di sala nû de, ji bo sûcê windakirina di bin çavan de dubare nebe, hin sererastkirin bên kirin. Ji ber vê em ê têkoşîna xwe bidomînin."

‘ME SALEKE TARÎ DERBAS KIR'

Hevserokê Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) a Stenbolê Bulent Felekoglû: "Me saleke tarî derbas kir. Her rojek bi me xwezî bi duh bû. Bi hêviya sala nû, ji bo gelên kurd, elewî, tirk aştî û aramiyê bîne û divê em têkoşînê zeximtir bikin. Em hêvî dikin, sala nû ji bo hemû gelan bibe sala aştî û hêviyê."

‘SALA 2016'AN KABÎS BÛ'

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Parêzer Eren Keskîn: "Sala 2016'an kabîsek bû. Mirin, îşkence, bêedaletî... Hêvî dikim di sala 2017'an de dawî li vê kabîsê bê, li hemberî miriyên xwe em deynê xwe bidin, dawî li rijandina xweîna li Rojhilata Navîn bê. Dixwazim di sala 2017'an de wijdan li lûtkeyê be. Û ez ji bo hevalên xwe yî di girtîgehê de; Selahattîn, Aysel, Ayla û hemûyan azadiyê dixwazim û bi hêviya vegerin siyaseta azad."