Raza temendirêjiya malên Mêrdînê şekirin e

MÊRDÎN - Li Mêrdînê hosteyê keviran Mehmet Nafî Ersan ê ji bo malên bi kevirên kevnare hatine çêkirin temenê wan dirêj be karê şekirinê dike û got, heke şekirin neyê kirin, wê ew malên dîrokî texrîb bibin.

Kevirên Mêrdînê yên ji şikeftan tên derxistin û ji zinaran tên peyda kirin, temenê wan xwe digihîne 2 hezar salî. Dîwarên van malên ji kevirên dîrokî tên çêkirin, bi qasî metre û nîvekê ne. Kevirê Mêrdînê li gor ebatên taybet tên jêkirin û di berhemên hunerî û karên xişir û neşiran de tên bi kar anîn. Ev kevir, li ocaxan bi makîneyan bi awayekî dûz û dirêjane tên jêkirin û bi heman makîneyê jî, bi bilindahiyî tên jêkirin.

KARÊ ŞEKIRINÊ TEMENÊ MALÊN MÊRDÎNÊ BI QASÎ 100 SALÎ DIRÊJ DIKE

Hosteyê keviran Mehmet Nafî Ersan (64) got, di roja îroyîn de ev malên hîn jî tên bikaranîn ji ber bêxweyîtiyê li ber rizandinê ne û got, bi şekirinê temê vana malan bi qasî 100 salî dirêj dibe.

Ersan got, malên bi kevirê "kurmancî" hatine çêkirin, havînan hênik in, zivistanan jî germ in û dest nîşan kir ku, bi milyonan sal jî di ser re derbas bibe tiştek bi van keviran nayê. Mehmet Nafî Ersan anî ziman ku, kevirên mala ew lê rûdinê aîdî 2 hezar sal berê ne û wiha got: "7 sal berê kevirên vê malê nedixuyan. Hemûyan siwaxa reş kiribû. Dema min sewaxa ser rakir, bêhna wan derket."

BI PÊŞNÛMAYA BAJARÊ NÛ RE NIRXÊ KEVIRAN KÊM BÛ

Ersan got, bi pênûmaya Bajarê Nû re nirxê keviran jî ketiye û wiha domand: "Li Mêrdîna Kevin, mitbex, serşok, lawabo li hewşê ne. Li malekê 2-3 kesan tifik çêdikirin. Li ser van tifikan di heman demê de xwarin dihat çêkirin, av dihat germkirin. Niha mirov berê xwe didin jiyana rihet. Mirovan li hewşa xwe cih dida heval û hogirên xwe, da ji xwe re malekê çêbikin. Jiyaneke wisa hevpar hebû li Mêrdînê. Lê niha mirov li apartmanan cînarê xwe jî nasnakin."

SEWAXA REŞ BÊHNÊ LI KEVIRAN DIÇIKÎNE

Ersan got, sewaxa reş di 1983'yan de hatiye Mêrdînê û anî ziman ku, ev sewaxa li ser keviran tê kirin, bêhnê li keviran diçikîne. Ersan got, li vî bajarê dîrokî ev 15 sal e mal tên retsorekirin û wiha axivî: "Di 1938'an de dest bi çêkirina Otela Îzelayê hat kirin û di 1941'ê de hat qedandin. Ev otel jî sewax kirîbû. Ji ber ev seax temenê keviran qut dike, me ev sewax rakir û kevir şekirin. Şekirin nahêlê kevir bimehin."

EM BI DILEKÎ XWEŞ VÎ KARÎ DIKIN

Ersan got, ew karê xwe bi xweşiyî dike û wiha domand: "Ez kevirê sewaxkirî şe dikim. Hin kes bêyî zanibin aspîral dikin, makîne jî jê dibe, lê em karê jêbirine dibe sedema şewitandina kevir û kevir dikuje. Ji ber vê karê şekirinê baştir e. Dema sewax bê rakirin, karê şekirinê bê kirin, kevir bêhnê distîne û em rê kevir sed sal dirêj dibe. Ji xwe ev kar carekê bê kirin bes e."

DI SELIHANDINA MALAN DE DEWLET BAŞ PIŞTEVANIYÊ NAKE

Ersan bi bîr xist ku, li Mêrdînê gelek malên bên restorekirin hene û got, ji bo temenê malan dirêj bibe divê piştevaniya wan bê kirin. Ersan wiha axivî: "Em çiqas bibin alîkar jî, li hin malan ji ber rewşa hin malbatan a maddî nebaş e, nikarin di bin meref de rabin. Gelek mal, ji ber bêxweyîtiyê roj bi roj hildiweşin. Divê weqf piştevaniyê bikin. Me her tiştê xwe xist vî akrî. Ji bo me pere plana duyemîn e, ji bo me dîroka vir girîngtir e. Em dixwazin temenê avahî û malên dîrokî dirêj bikin. Di nezda dewletê de jî baş piştevanî nayê kirin. Lê gel bi qasî qaweta xwe alîkariyê dike. Mînak bi vî halî heke em heftê 4 keviran nû bikin, dema piştevanî bê kirin wê zêdetir bên çêkirin. Wê deng û rengê Mêrdîneke wiha zêdetir li cîhanê xwe bide der."

Aynûr Înedî - dîhaber