Di zivistanê de xweşikiya Zixura Mûradê


AGIRÎ
- Zixura Mûradê, di zivistanê de bi Çemê Mûradê yê di nav re derbas dibe û bi şembelîlkên çîlspî, bedewiyeke nuwaztir li xwe dihebîne.

Li Giyadîna Agiriyê, Zixura Mûradê (Kanyona Mûradê) di zivistanê de, bi Çemê Mûradê yê di nav re derbas dibe û bi şembelîlkên çîlspî, bedewiyeke nuwaztir li xwe dihebîne. Zixura li rojavayê navçeyê dikeve û bi qasî 20 kîlometreyî dûrî navçeyê ye, li hin cihan bilindahiya wê 50 metreyî jî derbas dike.

‘DI HER DEMSALÊ DE XWEDÎ BEDEWIYEKÊ YE'

Mûhmet Kaplan ê 50 sal berê li li zixurê mal çêkirine anî ziman ku, ew bi sewalvaniyê re bilî dibin. Li zixura bêdengiyek lê hasile û di her demsalê de xwedî bedewiyeke cuda ye, Kaplan dibêje li vir aramî xwe li wan radipêçe û aramî, hewaya paqij û dûrbûna ji qelebalixiya bajêr vegot.

‘JIYANEKE ME YÎ ARAM HEYE'

Kaplan wiha behs kir: “Ev 50 sal e, em li vir dijîn. Malên li vir aîdî min û birayên min in. Em li erdê xwe yî bitapo bi cih bûn. Bêyî xirecir, li vir jiyaneke me yî hêmin û aram heye. Li gel mehên zivistanê dijwar bin jî, lê ev der germ e. Berê Çemê Mûradê qeşa digirt, lê belê piştî tevlîbûna avgermê êdî qeşa nagire. Havînan, her der dibe hêşînayî. Zivistanan her der qeşa digire, li vir miyên me bi rihetî dikevin avê. Dema difîkînim, mî dizanin ew ê biçin ser avê, yanî em rastî tu tengasiyan nayên. Carinan gur tên, lê belê dema kûçik êrîşî wan dikin direvin. Ev der ji bajarê me xweştir e. Ev dîmen li tu deverê tune ye."