STENBOL - Li Esenlerê, jina ducanî Merve Dînç Çîftçî ya di nav hefteyê de hatibû binçavkirin, parvekirinên wê yî Facebookê wek hincet hatin nîşandan û ji aliyê dadgeha bi îdiaya "Endamê rêxistinê" sewqî wê hatkirin bi cezayê hepsa malê serbest hat berdan.
Li Esenlera Stenbolê, jina ducanî Merve Dînç Çîftçî di nav hefteyê di serdegirtina malê de hat binçavkirin û wek hincet parvekirinên civaka medyayî hatin nîşandan. Hat diyarkirin ku, Dînç ji ber parvekirinên xwe yî Facebookê bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" û "Pesindayîna sûc û sûcdar" hatiye binçavkirin. Piştî Dînç hat binçavkirin, karên wê yî îfadedayînê li Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Zekeriyakoya Stenbolê pêk hat.
Di dema lêpirsînê de, parvekirinên civaka medyayî yeko yeko ji Dînçê hatin pirsîn. Parvekirina Dînçê ya ji bo şervana YPG'ê Viyan Peyman "Şehîda me rûmeta me ye Viyan Peyman... Şehîd Namirin" wek sûc hat hesibandin.
PARVEKIRINÊN CIVAKA MEDYAYÎ WEK SÛC TÊN HESIBANDIN!
Li gel vê, parvekirina wê yî “Rizgarkirina Şengalê pîroz dikim. Bijî YPG, YPJ, YBŞ” jî wek "propagandaya rêxistinê" hat hesibandin. Parvekirina wêneyên 3 jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin jî wek sûc hatin hesibandin. Her wiha gotinên Dînçê yên ji bo birayê xwe Abdûllah Dînç ê li Şedadê dema li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikir û jiyana xwe ji dest da jî, wek "pesindayîna endamên rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatin nirxandin.
Li gel vê parvekirina Dînçê ya "Dayik pîroz in, herî zêde jî dayikên gerîllayên me êşê dikêşin. Ez ji dayika xwe dizanim..." jî wek "Li ser gelê kurd dagiriya hestî" hat niraxndin û wek "propagandaya rêxistinê" hat hesibandin.
Piştî lêpirsînê, Dînç sewqî Edliyeya Stenbolê hat kirin û bêyî ji aliyê dozgerê edliyeyê ve îfadeya wê bê wergirtin bi hinceta "Propagandaya rêxistinê" û daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar hat kirin. Heyeta dadgehê, daxwaza dozgeriyê red kir û der barê Dînçê de ji hukmên venêrîna edlî biryara cezayê hepsa malê da.
Piştî vê biryarê, wê DÎnç êdî nikaribe ji malê derkeve. Her wiha wê Dînç, li hudnurê malê bi kelepçeya elektronîk jiyana xwe bidomîne. Di serlêdana li dozgeriyê hat kirin de jî, hat diyarkirin ku, wê Dînç bêyî destûra dozgeriyê nikaribe derkeve derve.
Yasîn Kobûlan - dîhaber